Dosya

Îraq rê nade çekdarên PKK bikevin herêma Kurdistanê

Wezareta derve ya Îraqê bi awayekî fermî ragehand ku, hikûmeta Îraqê qebûl nake çekdarên PKKê bêne nav axa herêma Kurdistanê (Îraqê) û wezareta derve ya Îraqê di daxuyaniya xwe de dibêje:

– Em rê ji çekdarên PKKê re nadin bêne nav axa Îraqê û ew yek ji bo emniyeta Îraqê metirsiye.

Roja pêncşemiya borî, wezareta derve ya Îraqê daxuyaniyek fermî weşand û tê de dibîje ku, Îraq qebûl nake grûpên çekdarên PKKê bikevin nav axa herêma Kurdistanê:

       Ji bona rawestandina şidetê, hikûmeta Îraqê pêşwaziyê li çareseriya bi aşitî û siyasî bo doza gelê kurd li Tirkiyeyê dike. Lê di heman demê de Îraq rê ji grûpên çekdarên PKKê re nade bikevin nav axa Îraqê, ji ber ku dikare ew grûpên çekdaran aramiya Îraqê têkbidin û ziyanê bigehînin welatên cîran jî.

Weka tê zanîn yek ji qonaxên pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê derketan çekadarên PKK ji Tirkiyyeê bo herêma Kurdistanê ye. Îraqê jî vê yekê qebûl namek, lê wezareta derve ya Îraqê di daxuyaniya xwe de diyar nekiriye ka ew dê bi piraktîkî çi pêngav ji bo rêgirtina hatina çekdaran pêvêjin. 

 

Back to top button