CîhanRojev

Efserek pilebilind ê Pasdaran li Tehranê hat kuştin

Li gora daxûyaniya supayê pasdarên Îranê, efserekî wan pilebilind li ber deriyê mala xwe di encama êrîçekî de hate kuştin.

Supaya Pasdarên Îranê dibêjin, endamê Pasdarên Şoreşê Hesen Seyad Xudayî bi 5 gulleyan ji alîyê du kesên li ser motorsîkletekê ve hat kuştin.

Diyar kir ku kuştina Hesen Seyad Xudayî li nêzî mala wî ya li taxeke kevnar a rojhilatê Tehranê dema wî dixwest bikeve mala xwe pêk hatiye.

Ajansa fermî ya nûçeyan ji ser zarê berpirsên Pasdarên Îranê ragihand, Emîd Hesen Seyad Xudayî yek ji “parêzvanên mezargehên pîroz” e.

Efser û şêwirmendên Îranî yên ku beşdarî operasyonên li Sûriyê bûne, li Îranê wekî “parêzvanên mezargehên pîroz” têne naskirin.

Ji aliyê xwe ve “Kanala 13” ya Îsraîlê ragihand, berpirsê Pasdarên Îranê Hesen Seyad Xudayî yê îro li Tehranê hatiye kuştin, li pişt zincîreya êrîşên li ser Îsraîliyan li seranserê cîhanê ye.

Destnîşan kir jî: “Hesen Seyad Xudayî Mensûr Resûlî şandibû ku Konsulê Îsraîlî li Stenbolê bikuje.”

Back to top button