Nivîsar

Efrîn ji dest çû.. Xema kiye

Efrîn di nava şerekî de ye ku, xelkê sivîl tê kuştin, rojana hêjmara kuştiyan zêd dibe. Li Efrinê malê gundiyan tên bombebarankirin jin ş zarok jiyana xwe ji dest didin.Êrîşên Tirkiye û Artêşa Azada Suriye li ser Efrinê berdewamin. Gelek welat yan jî dezgehên navdewletî li dijê êrîşa Tirkiye daxûyaniya didin û heta NY bi xwe di vê derbarê de êrîşên li ser sivîla rexne dike û bala Tirkiye dikşîne. Lê mixabin li ser erdê di pratikê de tiştek naxweyê û tu kes bi awayek ciddî ku bandorê li ser biryara Tirkiye bike nebûye xwedî helwest.Tirkiye tişta ku kirî serê xwe de dike. Guh nade tu aliyekê, rojane serokkomarê Tirkiye di derbarê rewşa Efrinê de daxûyaniya dide û vekirî dibêje bila kesek hewlnedê rê li me bigre. Em ya zanîn dikin. Dema serokkomarê Tirkiye vê dibêje kifşe ku pişgiriyek jê re û ji vê êrîşa li ser Efrinê re heye. Gelek vekirî Rusaya û Îran pişgiriya vê êrîşa Tirkiye dikin û heta radeyekî rejima Suriye jî li gel vê yekê ye.Du rê hene yan Tirkiye dikeve nawenda Efrinê û bi vê yekê devera Efrinê hemûyê têxe di bin kontrola xwe û yan jê li gel Rusya li hev dike û Efrin radesti rejima Suriye tê kirin. Di herdu haleta de jî Efrin têk diçe û ji destê kurda derdikeve û Efrîn hêdî naminê wek Efrîna berê.Ji hemûyê girîngtir demografiya Efrênê tê guhertin. Bi awey din Efrîn ji Kurdistanê tê qut kirin. Ev yek hesabê Tirkiye û rejima Suriye û heta hesabê mixalefeta Suriye bi xwe ye jî.Efrin ji dest çû, lê hêja hinek aliyên kurda behsa berxwedanê û serkeftina kurda li Efrinê dikin. Ji Qendilî daxûyaniyên berpirsên PKKê balkêşin. Gelo xwediyê van daxûyaniya ji bo çi ne li Efrînêne? Eger berpirsek ê PKKê bikaribe bersiva vê bide dê rastiya wan jî bê têgihandin.Bayik, Karasu, Kalkan û yên din ji têkçûna Efrînê çikas ber miletê kurd dikevin? cihê pirsêye. Heman tişt li Bakur nehat kirin? Ew siyaseta xweserî li Bakurê Kurdistanê ragihandî û bi siyaseta xendekan beşek ji Bakur wêran kirî  û bûyî sedema bi hezaran ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dayin, îro heman siyasetê li Efrinê rêve dibin. Encama siyaseta xendeqan çibû , dê ya Efrinê jî ew be.Heta miletê kurd li himber vê siyaseta ku kurda ber bi tunebûnê ve dibe nebe xwedî helwest, cihê gazindê jî namîne. Heta ku gelê kurd vê rastiyê nebînî û nebe xwedî helwest dê berdewamî mala xwe bi destê xwe xirab bike. Nûçe/Analîz/N.D. Firat

Back to top button