Polîtîk

Ebu Mansurê Daîşî: Erdogan xwest min bibîne

Li nûçeyeke kovara Focus ya Almanî raporek li gel berpirseke terorîstên Daîş û peywendiyên wî yên li gel MIT a tirkiye kiriye û berpirsê Daîşê dide zanîn ku dezgeha hewalgirî û îstîxbaratiya Erdogan li gel wan kar kiriye û Erdogan xwestiye wî bibîne.

Li gor zanyariyên ku destê Focusê ketiye ew berpirsê Daîşê zanyariyên berfirehtir daye lêkolînerê terorîstiyê Amerikî Anne Speckhard ku heman demî de li Navenda Beşa Dijî Tundrewan ICSVE.

Berpirsê Terorîstên Daîşê ku navê wî Abu Mansure dide zanîn ku Saziya Hawalgîriya Tirkiye MIT li gel wan kar kiriye û ez berpirsê peywendiyên li gel îstîxbarata tirkiye bûm. Destpêkê de hemû kesên ku ji tirkiyê beşdarî Daîşê dibûn bi rêya min ve dihatin tomarkirin. Ji tirkiye 165 kesan bi taybetî min tomarkirine. Her wiha Ebu Mansur dide zanîn Erdogan xwest min bibîne, lê derfet çênebû em hevdû bibînin.

Her wiha Amerikî zanyariyên ku Ebu Mansur daye ji aliyê çend kesên din ve piştrastkirine, lê heta niha tirkiye di derbarê peywendiyên xwe û Ebu Mansur de tu zanyariyek nedaye.

Berî Ebu Mansur jî peywendiyên Daîşê li gel tirkiye bi taybetî li warên bazirganiya neft û çekan jî dihate zanîn.

Back to top button