Dubarebûna teqînan metirsîdar e, divê çavdêriya sîstema gazê bê kirin

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê teqîna şeva bihorî ya li Duhokê peyamek belav kir û ragihand. Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de sersaxiyê ji malbat û kesûkarên qurbaniyan re dixwaze û dibêje, ew amade ne bi her awayî alîkariya birîndarên bûyerê bikin.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Behîdarî û sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyên bûyera diltezîn a teqîna şeva borî ua Duhokê dikim ku cihê xemeke mezin e, dil û hestên min digel wan û hevbeşê êş û kovana wan im. Ji Xwedê yê mezin hêvîxwaz im giyanê qurbaniyên di dilovaniya xwe de şad bike û sebir û aramiyê bide malbat û kesûkarên wan. Her wiha hêviya saxbûn û şîfaya bilez ji bo birîndaran dixwazim, em ji bo her hevkariyeke pêwîst ya çareseriya wan amade ne.”

Dubarebûna bûyera teqîna gaze, nîgeranî û metirsiyeke cidî ye û divê aliyên pêwendîdar bi zûtirîn dem vê pirsê bi cidî bigrin û çavdêriyeke baştir li ser sîstema gazê û çawaniya bikaranîna wê hebe û rêkarên baştir yên selametiyê hebin ji bo rê li ber bûyerên weha yên diltezîn bêne girtin.

Xwedêyê mezin hevakarê malbat û kesûkarên qurbaniyan û xelkê parêzgeha Duhokê be û dilê me hemûyan bi wan re ye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: