Divê li gel Esad re jî hevdîtin bê kirin!

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya heftane de têkildarî rojevê daxuyanî da. Bahçelî diyar kir ku hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a bi Serokê Misrê Sîsî re ku li Qeterê hat kirin de da xûyakirin ku, “têkiliyeke rast bû” û got: “Divê em li vir nesekinin, bi Esed ra jî biaxivin. “
Beşek ji axavtina Bahçelî :
Di eslê xwe de têkoşîna me ya li dijî terorê têkoşîna me ya li dijî hêzên global e. Welatên ku PKK/PYDê perwerde dikin û bi taybetî jî DYA, li dijî Tirkiyeyê ne. Rojek beriya operasyonê, daxuyaniya fermandarê Amerîkayê di merasîma mezûniyetê ya bi navê terorîstan de, ku bi serkeftinên wan ên bi navê wan serbilind e, ne tenê skandalek e, lê xençerek nû ye di yasaya hevpeymaniyê de. Siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê siyaseta derve ya DYA ye. Hevbendiya Zillet satelîta desteserkirî ya vê siyaseta derve ye. DYA’yê li hemberî Tirkiyeyê eniyeke vekirî vekiriye. Em vê eniyê dibînin. Em wêrekiyê nîşan bidin ku heta dawiyê bêjin rehet be. Em bi dil û can piştgiriyê didin arteşa xwe ya leheng. Dem dema hesabdayînê ye, dema ketina terorîstan hatiye. Bextê kesên ku êrîşên rêxistina terorê nedîtin û Tirkiyeyê sûcdar dikin hat girêdan û damarên aîdiyetê ziwa bûn.
Duh ji Sûriyeyê di êrîşa bi roketan a li hemberî Gazîentabê de 2 zarokên me şehîd bûn. Çawa ku êrîşa bi xwîn a li Îstîklalê hat kirin, Karkamiş û Oncupinar jî wê hesabê êrîşan bipirsin. Ji xwişk û birayên me yên di bin dermankirinê de şifayê dixwazim. Em ê terorîstek jî nehêlin. Ez hêvî dikim ku operasyon bi hêza bejayî were kirin, emê bi hemû awayî pişgiriyê bikin.
Têkiliya ku Serokkomarê me li Qeterê bi Serokkomarê Misirê Sîsî re çêkir, li gorî me divê were pişdebirin. Ne tenê ew, divê bi Serokê Komara Erebî ya Sûriyê Beşar Esed re jî hevdîtin bê vekirin û li dijî rêxistinên terorîst îradeyeke hevpar bê avakirin. Tê zanîn ku Tirkiye bi Misir, Sûriye û Iraqê re têkiliyên dîrokî yên gelekî xurt heye. Divê em hevdîtinên dualî yên rasterast bidin destpêkirin.