Polîtîk

Du zîndaniyên kurd li Îranê hatin kuştin

Li gor daxuyaniyeke opozisyona dewleta Îranê, roja yekşemiya bihurî li bajarê Wirmiyê, rojhilata Kurdistanê, zêrevanên taybet yên zîndana Wirmiyê êrîş bi ser zîndaniyên kurd û di encamda du zîndanî hatin kuştin.

Ji ber rewşa xerab a nav zîndanê û îşkenceya rojane, zîndaniyên kurd li zîndana Wirmiyê nerazşbêna xwe diyar kir. Li hember nerazîbûna zîndaniyan, zêrevanên taybet yên zîndanê bi awayekî hovane êrîşî ser zîndaniyan kur û du zîndaniyên kurd bi lêdanê kuştin. Girtiyên hatîne kuştin yek bi nave Seyfedîn Yehyazade û nave yên din jî Îrec e.

Back to top button