Kultur

Daxûyaniya Şivan Perwer

Ji Raya Gelê Kurdistanê û bi taybetî Peşmergeyên hêja re !

Şivan Perwer/ Ez û Peşmerge ti car nikanin û nabe li hevdu îxanet bikin. Tevaya Cîhanê dizane ku em dozdar û xizmetkarê welatê xwe ne. Peşmerge di stranên min de herdem bûne reml û hêvîya azadî û Parastina Welat û Gel. Û ez jî di doza peşmerge de bûme strana bilindiya rewan û raman. Em bûne yek can û yek daxwazî.

Min li konsêra Berlîne li 23.04.2010 yariyek ( henek ) îronîk kiribû. Lê kesên zikreşên ji dijmin pîstir, bi nêtxirab gerandin. Lê bila zikreş, xwefiroş û dijminên min û pêşmerge baş bizanibin ku ti car nikanin bingeha xizmeta me bilerizînin û nêvbêra me lihev bidin.

Bila baş bizanibin ku çendi şerê me bikin dê ewê wenda bikin. Ji ber ku rastiya me hilber û berhemê xwe daye. Hevîdarim dilê hezkiriyên me neêşe. Û bila şerê kurmên ji darê û dijminan li hemberê me qebûl nekin û wan dervedar û şermezar bikin.

Bê gumane ku ez ji dil, ji gel, welat û pêşmergeyên me hez dikim.

Rêz û Aştî /

Sivan Perwer

25.04.2010

Bonn

Back to top button