Polîtîk

Hill:Divê Iraqî hukumeta xwe bi xwe çêkin

 
Balyozê Amerîka yê li Iraqê Christopher Hill, ragihand, ku pêdiviye hukûmeta nû ya Iraqê ji alîyê Iraqîyan ve bihêt avakirin û nabe welatên cîran destwerdanan di kar û barên Iraqê de bikin.
 
Ev bêjedana Hîll bi taybetî jî, di demekê de ye, ku hejmarek zehf ji serkirdeyên sîyasîyên Iraqê serdana welatên cîran kirine.
Herweha Hîll got, ku li Washingtonê giringîyeke taybetî bi rewşa sîyasîya Iraqê dide û bi taybetî jî, giringî bi rewşa pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê dide.
 
Di heman demê de balyozê Amerîka tekezî li ser evê çendê jî kir, ku Amerîka piştevanîya dan û standinên di navbera alîyên Iraqî de dike, da ku prosesa pêkanîna hukûmtea nû di demeke zû de tewaw bibe.

Back to top button