Civak

Dû welatiyên Kurd li Xaneqînê hatin revandin

Dû welatiyên bi navên Ehmed Ednan û Ehmed Ebas ku bazirganên Kurdin, li gundê Yusif Begê ya ser bi Xaneqînê hatine revandin û li beramber azadkirina wan daxwaza 200.000(du sed hezar) dolaran ji xizmên wî dikin.

Eve çend rojekê çend çekdarek ku tê guman kirin çekdarên Da’îş bin, dest bi êrîş kirina li ser çend gundekê Xaneqînê kirine û ji bilî teqîn û êrîşên çekdarî dexl û danê welatiyên Kurdan jî dişewitînin.

Şeva derbasbûyî jî li gundê Mubarek welatiyekê Kurd hate şehîd kirin û kesekê din jî hate birîndar kirin. Paşê şer li navbera hêzên emnî û çekdaran pêkhat.

Back to top button