Dîsa dest bi şewitandina zeviyên Kurdan kirin
Hejmarek çekdarên nenas agir berdan ruberekê berfirehê zeviyên çandiniyê Kurdan û agir çendîn deverên cûda cûdayên navçeyên Kerkûkê girtibû û encamê de ziyaneke mezin gihandin cotkarên Kurd.
Şeva 14ê Gulanê li çend gundekê qezayên Daquq û Dubiz yên bajarê Kerkûkê agir berdan zeviyên genim û danên deverê û hejmarek zevî bi yek demê de pêkve şewitîn.
Necîb Kerîm Cotkarê xelkê gundê Zenqerê Kakeyî li Daquq got “Agirekê gelek mezin bû, agir gihîşt tixûbê gundê Elî Seray, tenê 150 donim zeviyê minê danê şewitî.
Hêjayî gotinêye ku sala derbasbûyî jî bi hezaran donim zeviyên dexl û danê Kurdan li Kerkûk û navçeyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê hatibû şewitandin. Her wiha li Rojavayê Kurdistanê jî heman rûdan pêkhatibûn û cotkarên Kurd ziyaneke mezin dîtin.