
Li peywendiyekê telefoniyê da Receb Tayib Erdogan Serok Komarê Iraqê ji bo destbikarbûna Serok Wezîrê nû yê Iraqê pîrozbahiyê li Mistefa Kazimî Serok Wezîrê nû yê Iraqê kir û dûpat jî kir ku amadekariyan dike ku demekê nêzîk de serdana Bexda dike.
Li daxuyaniyekê de Nivîsîngeha Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê eşkere kir, li peywendiya telefoniyê da Erdogan ji bilî pîrozbahîkirina Kazimî tekez li ser ewe jî kiriye ku tirkiye amadeye li rûyê siyasî, emnî û aborî ve hevkariya Iraqê bike û got: Amadekariyê dike demeke nêzîk de serdana Bexdayê bike û guftûgo di derbarê bihêzkirina peywendiyên di navbera her dû welatan bikin û rêz li serweriya axa hevdû bigrin.
Wekî ku tê zanîn rewşa aboriya tirkiye, ne başe ku alîkariya aborî li Iraqê bike, lê belê Erdogan amadehiya xwe bi Serok Wezîrê Iraqê ragihandiye.