Kultur

Festîvala Filman ya Fecir hate paşxistin

Ji ber bandora qeyrana virusa Korona li tevahiya çalakiyên girîngên sînemaya cîhanê 38. xula Festîvala Fîlmên Navdewletiya Fecir jî li sala 2020 birêve naçê û ji bo sala 2021 hate paşxistin.

Mihemed Mêhdî Esgerpûr yek ji amadekarên 38. xula festîvala fîlmên navdewletiya Fecir li welatê Îranê ragihand: ji ber belavbûna virusa Korona li asta cîhanê da li van sê mehên dawî da û piştî lêkolîna destpêkiyên li meha adara 2020 wiha diyar bû derfeta birêveçûna 38 xula festîvala fîlmên navdewletiya Fecir şûna ku navenda meha 7 2020 bihata sazkirin, lê belê ji ber tevgerên belavbûna virusa Korona bi awayek çuye pêş ku hinek ji festîvalên cîhanî ku li nîvê yekema îsal da birêve diçin û li salnameya festîvalên cîhanî da jî hatibûn tomar kirin hemû hatine rawestandin ji bo demeke din hatine paşxistin.

Her wiha ragihand: Rewşa navxweya Îranê hatiye nirxandin Dr Husên Întizamî Serokê Rêxistina Sînemaya Îranê û her wiha FIAPF Federasyona Navdewletiya Encûmena Berhemhênerên Fîlm, birêveçûna 38 xula festîvala filmên navdewletiya Fecir li sala 2020 hate paşxistin û her ji niha ve karên pêwîstên ji bo birêveçûna vê çalakiya sînemayî ji bo sala 2021 hate paşxistin.

Back to top button