Gencineya Veşartî

GENCÎNEYA VEŞARTÎ

Mele Nûrî Hesarî

(1934 – 2011)

Mele Nûrî Hesarî, gencîneyeke çevartî ye ku heta niha jî Medyaya Kurdî li serê ranewestiyaye. Sedemê yekemîn jî ev e ku ew tenê xizmetkarê Çanda Kurdî bûye.

Ez çend roj berî sersala 1995an li Qamîşloyê bûm. Hin biraderan behsa Mele Nûrî ji min re kirin û nexweşîna wî, şerpezetiya wî gotin. Ez û birayê hêja Konê Reş (Selman) di 25 12 1994an de, saet 11.00  çûn mala wî, ku li taxeke Qamîşloyê dima.

Mele Nûrî ew heft-heşt sal bûn ku şel bûbû û nexweşê nava ciyan bû. Çaxê me rojbaşî dayê, çendî ku nikaribû zêde xwe bilivanda, lê rabû li ser doşeka xwe rûnişt û xêrhatin da me.

Çaxê me axaftina xwe anî ser pirtûkên kurdî, kurekî wî çû û du torbe hanîn ba me. Konê Reş ew torbe vekirin û deh pirtûkên ku hinek bi deqtîlo hinek jî ku bi qelemê, tev jî bi tîpên latênî  hatibûne nivîsandin, derxitin û danîn ber me.

Min jî teyîba xwe danî ber Mele Nûrî û min xwest ku ez li ser pirtûkan hin pirs jê bikim. Lê wî di dana bersivan de pir zehmetî dikişand û dengekî pir nizm jê derdiket. Îcar di wê navê de Mele Nûrî çend rûpel nivîs, ji nava pirtûkên xwe derxisitn û dirêjê min kirin. Gava min lê nerî,  jînenîgariya wî bû ku wî bi destên xwe di 1985an de nivîsiye. Piştre jî bi dengê xwe yê melûl weha got: “Pelokên meleyên Kurd pir in. Lê ew pelok ji ber desttengiya aborî û zordestiya dijminan nehatine çapkirin. Îcar piştî mirina wan, pelokên wan bêxwedî dimînin û ha wisan jî wenda dibin.”

Min ew çend rûpelên jînenîgariyê dane Konê Reş ku bixwîne û min ew deng di şerîdê de qeyd kir. Bi kurtî jînenîgariya Mele Nûriyê Hesarî weha ye:

– Mele Nûriyê Hesarî di 1934n de li Hesara gundê Kercewsê çêbûye. Di nava Kurdan de bi nasnavê Seydayê Pirîşan tê naskirin. Navê diya wî Xanim e, navê bavê wî Mele Yûsifê kurê Emer e. Emer ji gundê Hêştirekê ji malbata Etmanka, ji şaxê Elikan, ji rema (eşîr) Hevêrkan bûye. Mele Nûrî ji malbateke xweneda, zana û bîrewer hatiye. Bavê wî çewa ku mele bû, diya wî jî keça melan û jineke xweneda bûye. Herweha çend birayên wî mele bûne.

Ev pirtûka bi navê Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî di rewşa îro de ji bo Rêzimana Kurdî dewlemendiyeke bê biha ye û hêjayê nirxdariyeke mezin e. Herweha ji aliyê bêjeyan ve jî gencîneyek e.

Orîjinala pirtûkê ya destnivîsa bi alfabeya latênî, di deftereke 396 rûpel de hatiye nivîsandin. Ev pirtûka wî ya pêşî ye ku ji aliyê min ve hatiye nivîsandin û ji aliyê weşanxaneya me (PENCÎNAR Weşanxaneya Çanda Kurdî) ve hatiye çapkirin.  

Deh pirtûkên wî yên ku mane jî, niha bi mirinê re rûqal  bûne.

Li gor Programê Wikipediaya kurdî pirtûkên Mele Nûrî ev in li jêrê:

– Şoreşa Barzanî: Helbest, 1995

– Axlîma: Pêlên Helbesta Kurdî, 1996

– Rêziman: Destnivîs  (Min ev çap kiriye)

– Ferhenga Kurdî – Kurdî, Destnivîs

– Ferhenga Kurdî – Tirkî, Destnivîs

– Ferhenga Kurmancî- Zazî, Destnivîs

– Mewlida Pêxember, Destnivîs

– Vegerandina Zimanê Erebî Şarvîn, Destnivîs

– Koledar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs

– Dû Mar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs, Bi zimanê Erebî ye.

– 11 Dîwanên Helbestan, Destnivîs

– Bîranîn, ji jiyana wî, Destnivîs

Bi hêviya ku berhemên Mele Nûrî Hesarî zûtirîn de m werin çapkirin…

Stockholm 14/ 05/ 2020

Zeynelabidin Zinar

Nerîna min :