Du endamên parlamentoya Kurdistanê; Elî Heme Salih (Goran) û Soran Omer (Komela Îslamiya Kurdistanê) li ser rewşa êkonomiya Kurdistanê û bi taybetî li ser xerciyên Pêşmerge û şerê dijî DAÎŞê raporek weşandin û tê de gelek nerastî û hisab û datayên xeyalî û çêkirî destnîşan kirinne, ji bona ku rastî ji hevwelaiyên Kurdistanê û raya giştî re zelal bibin, hikûmeya herêma Kurdistanê bi vê daxuyaniya li jêr bersiva her du parlamenteran dide: Di daxuyaniyeke hevbeş a pir çewaşekarî de, her du endamên parlamentoya Kurdistanê; Elî Heme Salih ji fraksiyona Goran û Soran Omer ji fraksiyona Komela Îslamiya Kurdistanê li dor firotina neftê û dahatinî û xerciyên Pêşmerge, bi timamî bi nefesa paldan û azirandin û têkdana rewşa gitî, jimare û hisbatên bi esas û xeyalî weşandine, bêy ku tu belge ji bo xeyal û direwên xwe berçav bikin. Bi awayekî neberpirsana ji rewşa dijwara êkonomiya herêma Kurdistanê îstfade kiriye û ji bo armancên xwe yên siyasî li dijî hikûmeta herêma Kurdistanê bikar anîne.Di wê daxuyaniya çewaşekarî de tê gotin ku xerciyên şerê dijî DAÎŞê bo sala 2015ê bi tenê 20 milyar dinar bûn, di demkê de ku bi tenê miaşê Pêşmerge û Asayîşê bo yek mehê 320 milyar dinar e ku eger 9 mehên sala 2015ê hisab bikin hînge ji bo sala 2015ê hikûmeta herêma Kurdistanê du tirilyon û heşet sed û hestê milyar dinar ji bo miaş xeric kirine. Ev ji bilî xerickirina 104 milyar dînaran bi biryara Civata Herêmî ji bo karûbarên neft û gaze ji dahatiniyê neftê ku, sala 2014ê 52 milyar û 210 milyon dinar jê hatin xerickirin û sala 2015ê jî 31milyar û 790 milyon jê hatin xeric kirin, tevî vê jî ku, budceya mehane ya mesrefên Pêşmerge û Asayîşê, ji bilî miaşî, 30 milyar dinar e ku ji bo sala 2015 dike 360 milyar dinar.Tevî vê jî, wezareta darayî û aborî ji deveyî budceya destnîşankiriya mehane ya Pêşmerge û Asayîşê, 20 milyar dinarên din li sala 2015ê xeric kirine, eve ji bilî mesrefê dabînkirina sotemenî weke; benzîn, gaz û nefta sipî ji bo bereyên şerê dijî DAÎŞê ji aliyê wezareta samanên xwezayî ve dabîn kiriye ji derveyî ew 30 milyar dînarên mehane ji bo budceya mesrefên Pêşmerge û Asayîşê hatiye bikaranîn. Ev hemû û tevî mesrefên wan xizmetgozariyên ji aliyê wezaretên şaredarî, avadankirin û wezareta saxlemiyê û saziya Mîna ji bo bereyên şerê dijî DAÎŞê hatine pêşkeş kirin.Ev zaniyarîhemû di civîneke navbera wezareta darayî û aborî digel komîteyên darayî, samanên xwezayî, yasayî û pêşmerge li parlamentoya Kurdistanê û nûnerên çend fraksiyên nav parlamnetoyê, ji aliyê birêz wezîrê darayî û aborî ve bi raporekê hatine berçav kirin.Hevwelatiyên Kurdistanê dizanin ku, hokarên kirîza êkonomî, birîna budceyeya herêma Kurdistanê, şerê DAÎŞê, nizimbûna buhayê neftê bi berdewamî û hatina nêzîkî du milyon koçber û penaberan bo herêma Kurdistanê, ev tev bûne sedemê çêbûna kirîza êkonomî û bi hemû awayan dahatinî ji xerciyan gelek kêmtire, lê ew du parlamenter, ji azar û êşên hevwelatiyan îstîfade dikin û tevî ku destê wan digehe hemû data û hisaban, bêy ku ji bo rastî û dirustiya wan hisab û datayên xwe yên xeyalî ji aliyên peywendîdar bipirsin, direwên şaxdar û çewaşekariyên bê esas diweşînin.Di demekê de ku Pêşmergeyê mêrxas rojane bi can û xûna xwe bergiriyê ji Kurdistanê dikin û şehîd dibin, berdewamiya karên bi vê awayî û reftarên neberpirsane, dibine sedemê têkdana moral û rewşa gitî û çêkirina aloziyan û têkdana aramiya civakî, herwesa ewlekariya neteweyî ya Kurdistanê jî dikeve metirsiyê de, jiber hindê di halitê berdewamiya van karên neberpirsane de, saziyên peywendîdarên hikûmeta herêma Kurdistanê ku asayîş, aramî û berjewendiyên balayên welat dixin serserê hemû tişên din, xemsariyê dudiliyê nakin û hemû rêkarên pêwîst ji bo dubarenebûn û rêgirîkirin ji wan metirsiyan digirine berxwe.Serokatiya civata wezîrên herêma Kurdistanê18.01.2016Hewlêr