Polîtîk

Du gorên komî hatin dîtin

Çavkaniyeke berpirsiyar ragihand ku di 2 gorên bi koman li başûrê Iraqê de, hestiyên 145 qurbaniyên Kurd ku ji aliyê rejîma Baes a berê ya Iraqê ve hatine kuştin, hatin dîtin.

Çavkaniyeke berpirsyar li Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got “Piştî lêkolîn û lêgerînê, tîmên taybet goreke qurbaniyên Kurd ên Barzanî li nahiyeya Besiye li parêzgeha Musenna dîtin ku hestiyên 93 qurbaniyan têde bûn”.

Çavkaniyê aşkere kir ku herwiha goreke din a qurbaniyên destê rejîma berê ya Iraqê li bajarokê Nugre Selman li parêzgeha Musenna hat dîtin ku hestiyên 52 qurbaniyan têde bûn.

Di sala 2006an de, 6 gorên din ên qurbaniyên Kurd li Başûrê Iraqê hatibûn dîtin.

Back to top button