Nivîsar

Herêma Kurdistanê hevsengiya hêza di navbera Tirkiye û Îranê de guherand

Herêma Kurdistanê eger gengeşeya siyasiya di navbera dewletan de ber bi çav bigre dikarê bibê faktera aramiyê, bi wê yekê ku Herêma Kurdistanê bibê beşeke temamkerê sîstema Herêmî ya navçeyê. Reftarên Herêma Kurdistanê li ser asta derve metirsî li ser berjewendiya dewletên vê navçeyê nabê dirust bike, ji ber ku sîstema gengeşeyê bi giştî û kêbirkêya di navbera Tirkiye û Îranê hêwirkirin gereke û Herêma Kurdistanê jî dikarê wê rolê bibînê.

Ji bo Amerîka û Rusya gelek girînge wekî dû hêzên navdewletî sîstema Herêmî û aramiya vê navçeyê biparêzin û rola Herêma Kurdistanê jî li vê çarçêweyê de ji bo wan gelek girîng dibê. Hevsengiya hêz heta berî dagîrkirina Iraqê li 2003 aramiyekî bi xwe ve dîtiye lê belê piştî wê ji Îranê zêdetir derdikevê û nifûsa li ser asta navçeyê zal dibê û bi taybet li ser Iraqê. Lekedarbûna vê hevsengiyê Tirkiye berî wê dike ji bo wê yekê piştgîriya li Herêma Kurdistanê û li projeya şandina neftê bi derfetekî mezin dizanê. 

Ew zexta siyasiya ji Bexda ve ji bo me tê belgeyeke ji bo têkçuna wê hevsengiya ku me balkişande ser, ez li wê baweriyêda me Hikûmeta Herêma Kurdistanê li rêya Tehranê ve dikarê vê kêşeyê çareser bike. Helwesta Amerîka jî her li vê çarçêweyê de çavkaniyê li xwe digre û her çende nameya Amerîka ya di derbarê şandina nefta Herêmê hewla parastina vê hevsengiyê ye bi mebesta yek alîkirina dosya Atomiya Îranê û bê alîkirina helwesta Hikûmeta Bexda ye ku li vê derbarî de. 

Bi kurtî Herêma Kurdistanê karî hevsengiya hêza li navbera Îran û Tirkiye biguhere û dikarê wê hevsengiye rabigrê û bingehê ji bo wê xweş bike ku li biryara siyasî da pêgeha xwe û parastina serbixweyî yê bi hêz bike.

Dr Cotyar Akreyî

Back to top button