Du bûyer û rûreşîyeka mezin..

Du babet hene di roja me de gelekî girîngin. Dû bûyeran rû da û van herdu bûyeran hem pirsa siyasî de û hem jî di warê ehlaqî de gerek bêne nirxandin.
Di êrîşeka Îranê ya li himber bingehên partiyên rojhilatê Kurdistanê de hinek pêşmerge birîndar bûn. Ji birîndaran pêşmergeya Komela Xezal Mola birin nexweşxaneyê lê li Silêmaniyê tu nexweşxaneyê ew qebûl nekirin ku birînê wê derman bikin. Herweha dema di vê derbarê de gotubêj çêbûn û rexne hatin kirin, berpirsên nexweşxaneyê daxûyaniyek da û vekirî got,ev pêvazoyek emniye,yanî hêzên emnî yên girêdayê YNKê rênedan ku ev pêşgerya Kurd a şehîd di nexweşxaneyekî de bê derman kirin.
Xezal şehîd bû. Lê herweha li Silêmaniyê hemû mizgeftan deriyê xwe ji termê Xezalê re girtin. Dawî de kesayetek Kurd mala xwe vekir û Xezal heq kirin û birin spasrtin axê. Te digot qey Xezal ne li Kurdistanê li welatek din biyanî yan jî li devereka dijminê doza Kurda şehîd bûye.
Ev babeteke ku gerek li ser gelek bê sekinandin. Herweha hesabê vê rûreşîyê bê pirsîn. Piraniya medya YNKê û PKKê li ser vê yekê bê deng man û tu rastî belav nekirin.
Ji aliyek din mixabin aliyên Kurdistanî piraniya wan ku, her derfetekî de daxûyaniya didin di vê pirsa civakî,ehlaqî,mirovatî û siyasî de bê deng man.
Xezal keçeka ciwana Kurd û pêşmergeyek bû. Ji bo azadiya welatê xwe ditekoşîya, nabê li beşeka Kurdistanê ev bûyer çarenûsa Xezalê bûya. Ha tiştek din, ew jinên PKK û YNKê her carê behsa mafê jinan dikin çalakiyan li dartêxin heta evarê li kolanan diqerin çima ji bo Xezalê bê deng man? Heta ew hene dê nikaribin rûyên xwe ji vê teniya reş bişûn..
Pirsek din pirsa radestkirina parêzgerê Kerkûyê ye.
Bafil Talabanî bi wî aqilê xwe Kerkûk cara dûyem firot. Kerkûk radestî eniya Tirkmenî ya Faşişt kir. Kesê ku, îro bûyî parêzgerê Kerkûkê kesayetek Faşîşt û şagirtê MHPê bi xwe ye. Roja hatî hilbijartin di cih de kesayetek nijadperestê dijminê doza Kurd serokê Partiya Zaferê ya Tirkiye Umit Ozdag pîrozbahî lê kir û ev yek wek serkeftinek bi dîrokî navkir.
Ev cara duyeme ku Bafil Kerkûkê difroşe. Babê Bafil bi xwe digot “Kerkûk Qudsa Kurdistanê”ye.
Eva di derbarê Kerkûkê de hatî kirin, xiyaneteka netewîye. Têkdana statûya herêma Kurdistanêye.
Ev babet gerek ji rojeva tevgera Azadixwaza Kurd de dernekevê. Lê mixabin aliyên siyasî bê dengin…
17.4.2026
Nêrîn / Şirove


