Civak

Du berguman hatin girtin

Çavkaniyekê ji asayîşa Hewlêrê ji rojnameya Rûber re ragihand ku ewê di demeke nêzîk de gelek agahdariyan di vê derbarê de biweşînin.
Asayîşê ragihand ku yek ji wan kesan li Hewlêrê yê din jî li derveyî Hewlêrê hate girtin.

Li gora belgeyên di dest de, ew kesên ku hatine girtin, berî kuştina Serdeşt weke mêvanên wî li zanîngeha Selahedîn, çûbûn serdana wî.
Ji ber sedemên ewlekariyê û lêpirsîna doza kuştina Serdeşt Osman, asayîşê di derbarê girtina wan kesan de tu agahdariyên berfereh neda.

(Avesra)

Back to top button