Cîhan

Clinton: Divê ambargo li dijê Îranê berfireh bibe

Amerîka li hevhatina guheztina uranyûmê ya li Îranê, di navbera Îran, Tirkiye û Brezilyayê de hatî mohrkirin ne rihete. Wezîra derve ya Amerîka Clinton duhî di komiteya derve ya senatoya Amerîkî de axaftinek kir. Clinton di axaftina xwe de da diyarkirin ku, ew hewldidin da li dijê Îranê biryarekî Komiteya Ewlekariya ya Dewletên Yekgirtî de derêxin.

Li gora agahdariyên Clinton wan ji bo biryarek hevbeş li gel Rusya û Çînê li hevkirine û niha amadebûna texta vê biryarê dikin. Amerîka dixwaze ambargoya li himber Îranê berfirehtir bikin. Heta  li gora pisporên siyaseta navnetewî ihtimala ku Amerîka metodên leşkerî jî li dijê Îranê bi karbînê heye.

Back to top button