Cîhan

Serok Barzanî serdana Fransayê û Tirkiyeyê dike

Berpirsê fermangeha pêwendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa diyar kir ku di xizîrana dahatî de dê serokê herêma Kurdistanê bi gazîkirina fermî ya serokê Farnsayê serdana vî welatî bike.

Felah Mistefa ji AKnewsê re wiha got, “Serokê Fransayê Nicolas Sarkozy bi awayekî fermî serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gazî kiriye da ku serdana vî welatî bike”.

Mistefa wiha pê de çû, “Serokê herêma Kurdistanê gazîkirina han pejirandiye û biryar e di meha xizîrana dahatî de ev serdan bête encam dan”.

Hêjayî gotinê ye ku biryar e di heyamek nêzîk de serokê herêma Kurdistanê serdana Tirkiyeyê bike, ev jî piştî gazîkirina fermî ya vî welatî hat.

Fransayê konsolxane û çend xwendingehên fransayî li herêma Kurdistanê vekiriye û ev serdan dê bibe pêngavek baş bo berfirehkirina pêwendiyên navbera her du aliyan de.

Herwesa Mistefa got ku serokê herêma Kurdistanê vexwandina Tirkiyeyê qebûl kiriye û ew di demeke nêzîk de bi fermî sedana Tirkiyeyê bike. Berpirsê têkeliyên derve got ku dê serok Barzanî li Tirkiyeyê bi mezine bepirsên wî welatî re bicive.

Back to top button