Polîtîk

Peyama Serok Barzanî ji bo cemawerê Kurdistanê

Hemwelatiyên birêz! 

 Xuşk û birayên delal!

 Em li demeke hestiyar dayîn û gelek babetên girîngên neteweyî pêwîstî bi berjewendiya gelê me li ser asta Kurdistan û Iraqê da li holê daye ku bi navê wê yekê jî pêwîstiya me bi yekrêzî û yekhelwestî û hestkirina bi berpirsiyarêtiya dîrokî heye. Metirsî û plan û êrîşa têkdana pêvajoya Iraqê bi giştî û Kurdistan bi taybetî jî li nav neçûn û pêwîstiya me bi hişyarî û hevdengiyê heye.

 Li vê qonaxê da, bi mixabinî li dema derbasbûyî da destê terorê, gihişt giyanê xwendekar Serdeşt û vê rûdawê me hemûyan dilgiran kir û ji vir ve careke din jî terorkirina xwendekar Serdeşt û hemû cure kiryarên terorîstî rîswa û şermezar dikim. Her çende bi mixabinî li navçeyên dinê Iraqê da rojane lehiya reşa terorê, canê çendîn zarokên vî welatî li ber xwe dibe, Kurdistana me asayîş û aramiya berbiçav pêve diyare. Rabûna me li ser vê pirsê aramiyê, wiha kir ji destdana gencekî vî welatî bibê bi rûdaweke bi bandor û berceste û kar bixe li ser êşê hemû takekî vî civatî.

 Em hemû li benda dam û dezgehên berpirs ji asayîş û ewlehiya welatê me ne ku rê nedin bi tu awayekî rûdawên bi vî awayî dûbare bibin û dam û dezgehên berpirs, bi xwe ve çûn û berpirsiyariyetiyê ve encamderên vê kiryarê eşkere bikin û radestî yasayan bikin.

 Berpirsê yekem ji asayîşa rûniştvanên Herêma Kurdistanê, Serokayetiya Herêm û Hikûmeta Herême. Parastina maf û parastina jiyana hemû kesek, çi ewên ku palpişt û hevhelwestin li gel da û çi ewên helwesta dijî wê dene heye, bi erkê xwe dizanim û bila kes vî warî de muzayedeyê li ser me neke. Ji bo wê yekê hêvîdarim tu kes û aliyek astengî nexe ber karê wan dezgehên fermî ku erkê wanê bi duvdaçûna bi vî awayî li stuyê wan daye.

 Tê hest kirin ku li encama tometbarkirina bêbingeh û bêbelge û bi siyasî kirina rûdawê, rewşeke hestiyar afirandiye û her wiha karê ragihandinê jî gihiştiye astek ku guman lê ketiye.

 Li vî demî de daxwaz dikim ku hemû aliyek bi hestê berpirsiyariyetiyê ve reftar bikin û bi azadî raman û rexneyên xwe derbibrin. li heman demî de rewşa Kurdayetî û rojnamevaniyê biparêzin û bêyî eşkerekirina belge jî kesekî tometbar nekin.

 Her dema ku belge jî hate selmandin li ser her kes û rêxistinek û pêkhatek xistin rû, divê hemû aliyek bi vî awayî bikin ku her takekî civakê girêdayî yasa bin û eger bixwazin li ber dadgehê amade bin. Kesek jî ne li ser rûyê yasayê ye û ewên tometên bêbingeh ji bo aliyan an kesek dirûst dikin bi heman awayî pêwîste bi rêya yasayî muamele li gel wan bêkirin.

 Li dawiyê de daxwaz dikim rêz li yasa û berhema xwîna şehîdan bigrin û hemû aliyek jî dilniyabê ku Kurdistan arame û asayîşa hemwelatiyan hatiye parastin û rê nadîn tu kes û aliyek metirsiyê li ser ezmûna me dirust bikin. Hêvîdarim ji bo revandina vê gumana hatiye holê, hemû aliyek bi dan bi xwe da bigre û peyrewkirina lojîk, hewladana rakirina vê pirsê bidin û li asta berpirsiyariyetiyê da bin û hemwelatî jî bi hemû kiryareke xwe ve alîkariya lîjneya lêkolînê bikin ji bo gihîştina wê rastiyê ku mebesta me hemûyane.

 Mesûd Barzanî

 Serokê Herêma Kurdistanê

 19/05/2010

Back to top button