Cîgirê Wezîrê Emrîkî behsa pêşketinên Kurdistanê kir
Îro çarşem 19/05/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Jeffery Feltman Cîgirê Wezîrê Derveyê Emerîka û şanda li gel kir.
Li hevdîtinê de, Cîgirê Wezîrê Derveyê Emerîka behs rewşa aramiya Herêma Kurdistanê û avadaniyê kir û ragihand ewê ji Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê û heta vir li ber çavê min ket cihê balkişandinêye, li Bexda jî herdem behsa wê pêşketina aboriya Herêmê dikirin niha jî min bi çavê xwe wê pêşketinê dît, hêvîdarim ku cihê dinên Iraqê jî wekî Herêma Kurdistanê lê bikin. Birastî jî hest dikim ku li mala xwe dame û gelek baş tê dîtin ku Serok Barzanî jî roleke mezin li vê aramiya Kurdistanê de dîtiye.
Her wiha behsa guftugoyan xwe kir ku li gel berpirsên bilindên Iraqê ku li Bexda encam daye û xweşhaliya xwe jî derbirî ku pêkve rewşa îro ya Iraqê û civîna aliyên siyasiyên Iraqê bi taybetî bi pêkanîna Hikûmeta nû û rewşa siyasiya welat bi giştî û guftugoyên di navbera Lîsta Hedba û Birayetiya Nînowa nîqaş bikin û eve jî ragihand ku her çawa Serok Barzanî li hevdîtina li gel Serok Obama û îdareya wê de xwedî helwesteke ciddî bû sebaret bi wan meseleyên ku li Emerîka hatin guftugo kirin, bi heman ciddiyetê ve jî em dixwazin ji bîr û nêrîna birêz agahdar bibin.
Serok Barzanî gelek bi ronî li rewşa piştî hilbijartin û pirsên niha û çawayiya pêkanîna Hikûmeta nû nirxand û tekîd li girîngiya gihiştina bi peymaneke hevbeş kir ya li navbera qewareyên siyasiyan da bi mebesta pêkanîna Hikûmeteke hevbeşê nîştimanî ku hemû aliyên serketî li xwe bigrê bi bêyî îhmal kirina tu aliyek û li vî warî de balkişand li ser wê yekê ku berî çend rojekî ji bo civînekî li Hewlêr û gihiştina bi çareseriyeke guncaw dawetî hemû aliyên serketî kiriye.
Sebaret bi guftugoyên di navbera her du Lîsta Hedba û Birayetiya Nînowa jî, Serok Barzanî tekîd li wê yekê kir ku guftugoya di navbera her du aliyan de encameke baş derketiye û hêvî xwest li çend rojeke pêş de bigihin encameke wê peymanê.
Li aliyê xwe ve, Feltman sûrbûna îdareya Emerîka li ser pêkanîna Hikûmeta nû ya welat derbirî û hêvî xwest ku hemû aliyên Iraqiyan piştî biryardana li ser encamên hilbijartinê ciddîtir biçin nav guftugoyên pêkanîna wê Hikûmetê û hevrêyiya xwe jî beramber bi bîr û nêrînên Serok Barzanî nîşan da.