Polîtîk

Dr Beşîr Hedad li Zanîngeha Tîşk, tîşk xiste li ser Bexda

Li Zanîngeha Navdewletiya Tîşk (Tishk International Univesity(TIU) Hewlêrê, di derbarê pêgeha Firaksiyona Kurd li Bexda û pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê semînerek ji bo Dr Beşîr Hedad Cîgirê Serokê Parlemena Iraqê rêkxist.

Dr Beşîr Hedad Cîgirê Serokê Parlemena Iraqê semînerê de behsa guftûgoyên li ser pêgeha Firaksiyona Kurd li Parlemena Bexda û peywendiyên wan li gel hevdû û hewlên pêkanîna kabîneya Tewfîq Elawî ji bo xwendekar û beşdarbûyên li Zanîngeha Navdewletiya Tîşk kir. Hedad semînerê de bi awayeke berfireh û guftûgoyekî têr û tije li gel mamosta û xwendekaran kir.

Li sermînerê de Dr Idris Hadî Serokê Zanîngeha Navdewletiya Tîşk û mamoste û xwendekarên zanîngehê û çendîn rojnamevan û akademisyen jî beşdar bûn. Ev semîner ji aliyê Beşa Peywendiyên Navdewletiyê Zanîngeha Tîşk ve hatibû rêkxistin.

 

Back to top button