Polîtîk

Doza KCK’ê bi paş de hate avêtin

19. Rûniştina Doza KCK’ê îro li Amedê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran ya 6.’ê ve hatiye dîtin. Parêzerên bergumanên KCK’ê daxwaza reda dozger kirin lê doz dîsa bi paş de hatiye avêtin.

Rûniştin bi tespîta nasnemeyan dest pê kir. Di rûniştinê de bergûmanan dîsa wekî rûniştina berê pirsên dozgeran nebersivand û bê deng man.

Berpirsyarên Partiya Aştî Demokrasiyê (BDP) ji berê ya dozê bang ji xelkê kirîbûn ku bi beşdarbûna xwe piştgiriya bergumanên KCK’Ê bikin lê belê hate dîtin ku xelkê Amedê weka verê eleqedera dozê nebûne

Di doza KCK’ê de 152 bergumanan tên darizandin.

Back to top button