Civak

Efserên genc naxwazin arikariya girtiyên Ergenekonê bikin

Komkirina alîkariyê di nav efseran de bû sedemê nexweşiyê. Weqfa hevkariya hêzên çekdarên Tirk,  ji bo mesrefa efserên ku di doza Ergenekon û Balyozê de hatîn girtin û di zindanê de ne, pere komkirin. Komkirna pera di nav efserên genc de bû sedemê nexweşiyê û kesekî nexwest arîkariya girtiyên doza Ergenekon û Balyozê bike.

Ew efserên ku nexwestin arîkariyê bikin bi awayekî hatin tehdît kirin û ji wan re hat gotin ku eger hun pera nadin, sibe tiştek bê sere we jî hêzên çekdar li we xwedî dernakeve.

Wek tê zanîn bi biryara serfermandariya leşkerî, di bin nave arkiriya hukukî de fondek hatiyê çêkirin û armanca ewe ku parêzeran ji girtiyên doza Ergenekon û Balyozê re bigrin û mesrefa wan bidin.

Back to top button