Hevpeyvîn

Divê Turkiye Krîterên Kopenhamnê pêk bihêne

Hevpeyvîn: Zarathustra Gabar ÇIYAN

Siyasetvana ciwan Evîn Incir (S) di Partiya Sosyal Demokratên Swêdê de têra xwe çalak e. Dîtinên wê li ser serkevtina Sosyal Demokratên Swêdê û xurtkirina Yekîtiya Ewropayê balkêş e. 29 salî ye û li Amedê hatiye dinyê. Piştî xwendina hiqûqê li zanîngeha Uppsalayê, beşdarî siyaseta navnetewî ya ciwanên sosyal demokratanên cîhanê bû. Îro Seroka Giştî ya ‘Sosyaldemokratên Ciwan li Cîhanê- IUSY’ dike. Partiya Sosyal Demokratên Swêdê, di hilbijartina îsal ya Parlementoya Ewropayê-PE de Evîn Incir weke kandîdat nîşan da. Me xwe gihand Evîn Incir û pê re axifî. Fermo em hevpeyvîna pê re bi we re parvedikin.

– Pirsgirêkên YE çi ne û tu dê ji bo çareseriyek çawa bixebitê?

Evîn Incir:  YE ji awira aborî û bêkariyê ve di nava krîzek mezin de ye. Zexta serdestiya hêzên rast, di dezgehên civakî û dewletê de mulkiyetkirina şexsî/ taybetî, kêmkirina mesrefan pêk dihêne. Encama wê ya neyênî, xwe, negeşkirina kar de nîşan dide. Lewma hajmara kesên bê kar dimînin zêdetir dibe. Îro li YE nêzî 26 milyon kes bê kar in û 6 milyon ji wan ciwan in. Ji bo ku mirov ji krîza heye bidawî bihêne divê polîtîka kêmkirina pera bi dawî were, mecalên aborî ji bo geşkirina kar, perwerdekirinê, lêgerînên karê zanistî û refaha giştî bê pêşkêşkirin. Kêmbûn û bisînorkirina refahê rê li ber xelkê digire ku xewn û xeyalên xwe bi cî bihênin.

Her wisa YE di navbêra xwe cîhanê de dîwar û bendê qalind ava dike. Kesên penaber ku ji şer, şîdet û nexweşiyan direwin bi wan dîwar û bendên bilind, qalind  û zexm têne hemberî hev. Pêwîst nake ku mirovên muhtac û penaber ji bo xwe bighêjîn welatên azad û di nava aştiyê de bijîn jiyana xwe jidest bidin. Divê li ser sînorên EU rêyên bi ewle di çarçoveyên hiqûqî de bên vekirin.

– Dîtina te li ser endambûna Turkiyê ya YE û çareseriya Pirsa Kurd çi ye?

Evîn Incir: Divê YE, rola xwe ya ji bo parastina mafê mirovan û demokrasiyê mezintir bike û berpirsiyartiya xwe rabe. Yek ji wan mîsala rewşa Turkiyê ye. Hetanî Turkiyê rêz û hurmetê ji Krîterên Kopenhamnê negire û wan pêk nehêne divê endematiya wê neyê pejirandin. Çareseriya Pirsa Kurd bi rêya hevdîtîn û guftugoyên di nav aliyên berpirsiyar û têkildar de mûmkûn e. Ji bo aştiyek emirdirêj û hemdemî hevdîtin û guftogo şert e.

EuroKurd News / Stockholm

Back to top button