Berdevkê Hukumeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji CHA re (Ajansa Nûşeyan a Cîhan) nirxandinek berfireh li ser rojeva siyasî li herêmê dike.
Dizeyî di derbarê rojeva siyasî de dibêje:
“Li Rojhilata Navîn de guhertinek mezin çêdibe. Iraqê bihara Erebî sala 2003ê de dît. Bihara kurdan jî sala 1991ê bû. Niha li herêmê her tişt têne guhertin. Demsala herêmê, aktorên siyasî hatine guhertin. Taybetî li Suriye şansê ku gelê Suriye û taybetî Kurd mafên xwe yên demokratîk destbêxin peyda bûye. Gelên suriye biryara xwe didin. Nabê li Suriye kurd ji derê çareseriyê bêne hiştin. Kurd unsurik sereke yê van guhertinên herêmê û Suriyene.“
Berdewamiya nirxandina xwe de Dizeyê got:
“Me got Kurdên Suriye şerê rejimê nekin. Ji ber ku Kurda êrîşê rejimê bikira ev yek dikariya kêr karê rejimê bihata. Me daxwazî ji Kurdan kir ku pêwendiya li gel opozisyonê deynin. Lê heta niha opozisyonê tu daxwaziyên Kurdan qebûl nekiriye. Leşkerê Suriye ji bo deverên stratejîk konrol bike xwe ji herêma Kurdan da aliyekî.Bê ku şerek çêbibe Kurdan beşek yê herêma Kurd kirin di bin kontrola xwe de.“
Dizeyî dibêje:
“PYD rêxistinek ya Kurdên Suriyê ye.Dibê ku sempatiya wan ji PKKê re hebê û di nava pêwendiyekî de bin. Tişta ku ez dizanim PYD jî dixwaze li gel Kurdên suriye hereket bike. 16 partiyên Kurdên Suriye eniyek pêkanîn, piştre li gel PYDê hevkariyek çêkirin. Carê pirsgirêk di nav wan de derdikevin , lê hevpeymaniya wan rêve diçe. Divê bê ku Kurd welatên cîran , Tirkiye aciz bikin pêvajoya xwe rêve bibin.“
“Tirkiye dikarê PYD jî di navde li gel hemi guruban pêwendiyê deyne. Ji xwe Tirkiye li gel serokê PKKê hevdîtina dike. Diyaloga wan li gel Îmralî heye. Li gel Qendîlê û Awropa pêwendî hene. Eger Tirkiye germî li pirsa PYDê binêre, PYD wê akilane hereket bike.“
Di dawuya axavtina xwe de Dizeyî dibêje:“ Şûna hinek gurub û aliyên din PYDê kar bînin, li gel wan pêwendî hebê baştir e.“
Rojeva Kurd
“Divê Tirkiye pêwendiya PYDê re deynê”\r\n\r\nEz carna hizir dikim gelo,Va rêveberên me, yên Ba$ûra welêt hemî jî rastgo ne, ango dûrbînîn.! We nedîye ku, kekê rêzdar rew$a Tirkîyê û yên din, çer xa$ik $irove kirîye.. Ma ez çi biwêjim.. Em bi desthelatîya xa ra çiqas serbilind bin, weqas kêm e.. Mala we hemîyan ava wî..