Civak

Kurdistanê ava dike

 

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, duhî roja yekşemiyê 03.03.2013ê, serdana bajarê Helebceyê û çend bajarokên derdûra wê kir û kevirê bingehîn bo hjmareke pirojetên xizmetgozarî dana.

Destpêkê serokwezîrê Kurdistanê û wezîrên pê re serdana bajarokê Seydsadiq kir û ji aliyê qaymeqam û berprisên îdariyên bajêr ve hati pêşwazî kirin. Li Seydsadiqê serokwezîrê Kurdistanê digel rêveberên saziyên hikûmetê û rêxistinên civaka medenî civiya û di civînê de behsa kêmasî û giriftariyên deverê kir. Nêçîrvan Barzanî di axavtinekê de got ku, hikûmet dê ji bona çareserkirina kêmûkasiyên deverê bi cidî bixebite û hemû pêdawîstiyên wan dabîn bike.

Paşî serokwezîr serdana bajarê Helebceyê kir û ji aliyê berprisên bajêr ve hat pêşwazî kirin. Li Helebceyê serokwezîr serdana mezarê 5000 şahîdên karesata kîmiyabaranê kir û piştî xwandina soreta Fatîhe, destkekê gula li ser mezarê şehîdan dana.

Her li Helebceyê, serokwezîr digel berpirsên deverê civiya û di civînê de behsa meaşên malbatên şehîdan û avakirina 1000 xaniyan bo warsên şehîdan hat kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê serdana monumenta Helebceyê kır û digel berpirs û rêveberên saziyên hikûmetê, malbatên şehîdan, rêxistin û komeleyên civaka medenî, mamosteyên olî, kesatiyên devera Helebce, Hewreman û Şarezurê civiya.

Piştî van serdan û civînan, serokwezîrê Kurdistanê di maresimekê de kevirê bingehîn bo pirojeyên taybet bi bajarên Helebce, Sîrwan, Xormal û Biyareyê dana. Nêçîrvan Barzanî di merasima danana kevirê bingehîn bo hijmareke pirojeyan, peyvek pêşkeş kir û got ku, nêzîkî 183 milyar dînar bo pirojeyên xizmetgozarî û stratejîk ji bo her sê bajarên Helebce, Seydsadiq û Pêncwînê hatîne berdest kirin.

Barzanî di peyva xwe de got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyeke taybet bi devera Şarezorê dide:

– İro em 154 milyar dînaran bo pirojeyên qeza Helebceyê û nahiyeyên Tewêle, Biyare, Sîrwan û Xormal îlan dikin. Pirojeyên qeza Helebceyê nêzîkî 50 piroje, pirojeyên Biyare 14 piroje, pirojeyên Xormal 15 piroje û yên nahiyeye Sîrwan jî 8 piroje ne. Herwesa ew pirojeyên ji aliyê komîteya taybet a hikûmeta herêma Kurdistanê ve bo qeza Pêncwîn hatîne diyar kirin 4 piroje ne bi qîmeta 11 milyar dînaran. Bi qîmeta 2 milyar û 750 milyon dînaran ji aliyê waliyê Silêmaniyê ve piroje bo wê qezayê hatine diyar kirin. Em îro li vir ji bo qeza Seydsadiq 8 pirojeyan bi qîmeta 12 milyar dînaran îlan dikin. Ev piroje di warê saxlemiyê, perwerde, tûrîzm, zîraet û xizmetgozariyên din tên cîbicîkirin û dê deverê ber pêşve bibin.

Serokwezîr di peyva xwe de behsa avakirina 1000 xaniyan bo malbatên şehîdan kir.

Di berdewamiya axavtina xwe de serokwezîrê Kurdistanê behsa birîndarên çekê kîmiyayî kir û got:

– Hikûmeta Kurdistanê dê hemû pêdawîstiyan, çi dervey welat û çi li navxwe, bo birîndarên çekê kîmiyayî dabîn bike. Nuha kar ji bo avakirina nexweşxaneyeke taybet û anîna pizîşkên pispor û şareza ji dervey welêt bo çareserkirina birîndarên çekê kîmiyayî tê kirin.

Tevî wan hemû pirojeyên di axavtina xwe de destnîşan kirîn, serokwezîrê behsa pirojek din yê stratejîk bo Helebce û Seydsadiq kir û got:

– İro em pirojeke stratejîk bo qeza Helebce û Seydsadiq îlan dkin, ew jî pirojeyê ava vexwarnê ye. Kontirakta avakirina pirojeyê avê digel kompaniyeke Koyeya Beşûr, Song Yong, bi qîmeta 193 milyon dolaran hatiye îmza kirin û ew kompanî dê di nava 24 mehan de pirojeyê bidawî bîne û ava vexwarnê ji bo 25 salan misoger dike.

Barzanî di peyva xwe de daxwaz ji hikûmeta İraqa federal kir ku, biryarên dadgeha bala ya tawanan ya İraqê cîbicî bike û li gor wan biryaran tezmînat bide malbatên şehîdên kîmiyabaran û enfalan:

– Jibilî ku, ev mafek qanûnê yê malbatên şehêdan e, li gor biryarên dadgehê, di heman demê de ew yek ji wan 18 niqteyan bo yên herêma Kurdistanê, sala 2010ê, daxwaz ji İraqê kirî û Nurî Malikî serokwezîrê İraqê li ser îmza kirî ye.

Serokwezîrê Kurdistanê di dawiya peyva xwe de got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dê li ser xebatên xwe yên ji bo cîhan jênosîda gelê kurd bi fermî nas bike dê berdewam be:

– Em dixwaz in parlamentoyên cîhanê îtîrafê bi komkujiyên gelê kurd weke jênosîda bikin. Ew însiyatîvên parlementoyên Kanada, Swêd, Birîtaniya û Holendayê, li ser ast parlamento û dadgehan wergirtîn, em bilind dinirxînin.

 

 

 

 

 

Back to top button