Civak

Al neyê daliqandin ezê ji vê derê herim

Ji Rojnama Aksam a Tirkî Çîgdem Toker nûçeyek balkêş ragihand. Li gora Nûçeya Toker, Parlementerê BDPê Esad Canan tunebûna Ala Tirkiye aciz bû.

Di cihdê ji berpirsên otêlê daxwaz kir ku ala Tirkî li ber otêlê hildin jor.

Heyetek li gel wezîrê Tirkiye yê bi eslê xwe kurd Zafer Çaglayan serdana welatên kendavê yên Erebî kirin. Dema  hatin Dubaî li hotêla Ritz Carlton cih bûn. Lê li ber otêlê ala Tirkî tûnebû. Parlementerê BDPê yê Çolemêrgê Esad Canan midaxele kir û ala Tirkî da rakirin.

Li ser vê yekê  Esad Can got: Dema em hatin otêlê alên welatan bala min kişand.Min çavê xwe gerand ala Tirkî nedît. Ala hinek welatên ku min navên wan seh nekirî hebû, lê ya me tunebû.

Nedîtina ala Tirkî zora min çû. Lê min ev rewş ji berpirsê otêlê re got. Min got dema ku em foma karsazan li vê derê çêdikin tunebûna ala me ne tiştek başe. Piştre ez li gel balyozê Tirkiye peyîvîm. Min got Balyoz “ ji bo çi ala Tirkî tûneye“  Herweha min got: “ Eger ala Tirkî neyê daliqandin ezê we protesto bikim û ji vê salonê derkevim. Li ser vê bûyerê al hat dalikandin.Dema al hat min gote wan “ Civîn dawî bê jî bila ev al li vê derê bimîne.

Dema heyeta Tirkiye bi balefirê vegeriya Tirkiye. Wezîr Zafer Çaglayanev ev bûyer anons kir û hemûya ji bo vê helwesta Canan li çepka dan.

Back to top button