
Serokê Rêxistina Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî ragihand, got ku vegera Erebên îthalatî bo Kerkûkê metirsîyê li ser asayîşa navçeyê ye û divê rê li ber wan bê girtin.
Kemal Kerkûkî got, vegerandina Erebên îthalatî bo ser mal û warên cotkarên Kurd ên Kerkûkê binpêkirina eşkere ya destûrê ye.
Di dema ku kêşeya cotkarên Kurd li Kerkûk û navçeyên madeya 140 berdewam bû, hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo paraztina mafên Kurdan li vê navçeyê zêdetir bûn.
Kerkûkî, da zanîn ku vegerandina Erebên îthalatî bo ser zeviyên cotkarên Kurd li Kerkûkê dubarekirina proseya Erebkirina navçeyên ku Encûmena Serkirdayetîya Şoreşê ya serdema Baas biryar daye. Kerkûkî da zanîn ku niştecihên Kurd û Tirkmen ên van herêman hatin derxistin, Ereb ji başûrê Iraqê anîn li van herêman bi cih kirin û axa Kurdan hatiye dagirkirin.
Kerkûkî, amaje bi wê yekê kir ku vegerandina Erebên îthalatî bo Kerkûkê wê ewlehîya herêmê bixe metirsîyê, wê jîyan ne asayî be û got: „Divê di zûtirîn dem de pêşîya hatina Erebên navborî bê girtin“.