
Cîgîrê Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Vedant Patel, di civînek çapemeniyê de li Washingtonê got ku ew li “ Bakurê Sûrîyê-Rojavayê Kurdistanê“ piştgirîyê nadin avakirina dewletek cuda“.
Amerîkayê di paşeroja xwe de gelek caran pişta xwe daye Kurdan û ji pişt ve xincer li Kurdan xistiye. Peymana Cezayîrê, xiyaneta Kerkûkê û gelek carên din. Îro jî bi heman helwestê, tenê ji bo berjewendîyên xwe Kurdan bi kar tîne û kengî Kurd jê re ne lazim bin, wê carek din wek demên borî Kurdan bide ber xinceran. Gotinên wan yên şahîk û girover tenê ji bo xapandin û bikaranîna Kurdan e.
Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Vedant Patel, li Washingtonê di civînek çapemenîyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Patel, di derbarê rêveberîya xweser û avakirina dewletek cuda (Kurdistan) de eşkere kir ku ew piştgirîya dewletek cuda nakin û got: “Em piştgirîya avakirina dewletek cuda li bakurê rojhilatê Sûrîyê nakin. Em di wê bawerîyê de ne ku aramîya mayînde ya li herêmê wê di pêvajoya ku îradeya gelê Sûrîyê temsîl dike re derbas bibe. Ev yek di biryara 2254 ya Konseya Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî de hat gotin. Wezîrê me yê derve bi zelalî gotiye; Heta ku pêşketinên rasteqîn çênebin û li gor biryara 2254 a Konseya Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî nebe, em piştgirîyê nadin normalîzekirina têkiliyên bi rejîma Beşar Esed re”.
Amerîka li dij Referamdûna Serxwebûna Kurdistanê jî derketibû û carek din xincer li Kurdan xistibû. Her çiqasî di gelek daxuyanîyên xwe de bi gotinên şahîk û girover piştgirîya Kurdan bikin jî, di bingeha wan gotinan de berjewendîyên wan di xala yekemîn de cîh digrin.