Rojnameya Guardian eşkere kir ku hikûmeta Brîtanyayê ji bo koçberên neqanûnî derbasî Ewropayê nebin, alîkarîya darayî, alav û piştgirîya perwerdeyê daye Tirkîyê. Rojnameyê li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li ser sînor jî nivîsî.

Derket holê ku Îngilîztanê ji bo pêşî li koçkirina koçberan a ber bi Ewropayê ve bigire, alîkarîya madî û teknîkî daye Tirkîyê. Li gor daneyên ku Wezareta Karên Hundir di çarçoveya ‘mafê agahdarkirinê’ de eşkere kir, hikûmeta Îngilîztanê par 3 mîlyon sterlîn (nêzîkî 90 mîlyon TL) alîkarîya aborî daye Tirkîyê. Ji xeynî alîkarîya darayî, hukûmeta Brîtanî alav û rahênan daye Servîsa Polîs û Ewlekarîya Peravê. Di Hezîrana sala 2022an de, 9 otombîlên ku di ewlekarîya sînor de dihatin bikaranîn, bi xwe ji alîyê Cîgirê Serokê Polîsê Brîtanyayê ve radestî hêzên ewlehîyê yên li ser sînorê Îranê hatin kirin.

Çavkaniyekî ji Wezareta Karên Hundir a Brîtanyayê ji rojnameya The Guardianê re axivî û got: “Tirkîye di van 2 salên dawîn de ji bo pêşîgirtina li hatina koçberan a ber bi Ewropayê ve bûye welatekî gelekî girîng. Karbidestê ku navê wî nehat zanîn got: “Em pisporîya xwe û zanyarîyên ku li ser rêya koçberên qaçax ber bi Tirkîyê ve di destê me de ne, pêşkêş dikin”. 

Ev yek demek dirêj ji çapemenî û raya giştî hat veşartin û piştî  eşkerekirina Rojnameya Guardian derket ser rûwê avê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: