PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Rêvebirê Karûbarên Balyozxaneya Azerbaycanê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê, di civînekê da digel birêz Nasir Memmedov Rêvebirê Balyozxaneya Azerbaycanê li Iraqê li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê digel Azerbaycanê gotûbêj kirin.

Her du alî hevbîr bûn ku derfetên baş ji bo pêşxistina peywendiyan, bi taybetî di warê aborî, bazirganî û geştiyariyê da hene. Her wiha behsa vekirina konsulxaneya Azerbaycanê li Herêma Kurdistanê û tedbîrên pêwîst yên ku di civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Azerbaycanê da li Munchenê biryar li ser da bûn kirin.

Her di vê hevdîtinê da serdana çaverêkirî ya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Bakûyê li ser vexwendina fermî ya Serokomarê Azerbaycanê, rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş, hatin gotûbêjkirin.

Back to top button