Frakisyona PDKê ya Parlamentoya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, PKK bûye sebeba wêranbûna bi sedan gundên navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û pêwîst e ji axa Herêma Kurdistanê derkevin.

Serokê Frakisyona PDKê di kongereyeke rojnamevanî de daxuyaniya Frakisyona PDKê xwend û ragihand: “Di çend salên derbasbûyî de ji ber topbaran û bobebarana balafirên Tirkiyê gelek kêşe li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê çêbûne. Em wek parlamenter her ji serî de diçûn cihê bûyeran û me hewl dida ku rewş aram bibe û canê welariyan parastî be.”

Frakisyona PDKê wiha dibêje: “Eşkere ye ku bi hinceta PKKê li wan navçeyan ew bombebaran pêk tê. Em daxwaz ji PKKê dikin ku xwe ji sînorên Herêma Kurdistanê dûr bikin û xelkê me ji wan karesat û qurbanîdanan rizgar bikin. Hebûna PKK li wan navçeyên sînorî bandoreke xerab li ser rewşa siyasî û abûrî û civakî ya xelkê Herêma Kurdistanê dike û bi sedan gund ji ber ji ber PKKê wêran û kavil mane.”

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: