Dosya

Rêçareya tenê ya pirsgirêkên Rojhilata Navîn

Mamostayekî kurd ê li yek ji zankoyên Rûsyayê, projeyek bi hûrgilî amade kiriye bo dabeş kirina dewleta Iraqê ya li ser sê dewletan û çareseriya pirsgirêkên wî welatî pêşkeş dike û wêneyekî wê projeye jî pêşkeşî kongreya Amerîkayê dike. Beşek ji çareseriyê jî zeliqandin û girêdana herêma Sunne ya Iraqê ye bi Urdinê ve.

Mamostayê beşa siyasetê li zankoya Sant-Petersburg a Rûsyayê Dr. Ceza Çingyanî projeyek bi navê ‘’Rêçareya tenê ya pirsgirêkên Rojhilata Navîn’’ pêşkeş dike û wek babeta semînerekê ji mamosta û xwandevanên zankoyê re hate dayîn.

Li gor wê projeyê naveroka wê de sedemên aloziya Rojhilata Navîn waha tê rawe kirin:

-Nebûna dewletekê bo kurdan ku netewa herî mezin a bê dewlete li navçeyê?

-Rêznegirtina li cudabûnên mezhebî û etnîkî û hikûmdariya desthilatiya takî ya yek etnîkekî, wek sunneyên Iraq, Fars li Îranê û tirk li Tirkiyê.

– Ne pejirandin û rêz negirtina sînorê hatiye diyar kirin di navbera welatan de, ya ji aliyê rûniştvanên navçeyê û dewletan ve.

– Nebûna awaz û hizra modern û demokratîk di civakên cuda yên navçeyê de.

Li gor Ceza Çingiyanî di projeya xwe de dibêje, Iraq taktîka Îngîlîzan bûye, ku kurd wek gelekî sunne li gel erebên sunne têkel bibin, ku hewsengiyê li hember piraniya erebên şîe ava bibe, li gel vê yekê jî axa Kurdistanê axa Kurdistanê dewlemende bi neftê ve.

Li gor heman projeyê, nabe careke din Başûrê Kurdistanê bikeve ser desthilatiya Bexdayê, ji ber wê bo çareseriya pirsgirêkê pêşneyar dike:

1 – Dewletekî demokratîk li Kurdistanê bê ava kirin, ji ber ku Kurd bi hemû pêwerekî mafê wan heye xwedî dewleta serbixwe bin. Cudayiya mezin a netewî û ferhengî û çandî di navbera kurdan û ereban de heye. Wek nimûne jî gotineke Şêx Mehmûdê Hefîd ku yekem Melîkê Kurdistanê ye, ji Îngîlîzan re gotiye: ‘’Em wek kurd dikarin cîranekî baş ê ereban bin. Lê em nikarin li welatekê de li gel yek bi aramî jiyan bikin.’’ Bi taybet siyasetmedarê ereb ê serdema avabûna Iraqê Kamil Çadirçî jî gotiye: ‘’Ne pêkane bê dewleta kurdî Iraq aram be.

2 – Dewletek bo şîeyan bê ava kirin ku herçend bi rêgez ereb in jî, lê cudayiya ruhî di navbera erebên sunne û şîe de heye, ew cudayî jî sedemên wê vedigere bo 1500 sal berî naha.

3 – Sunne bi hejmar kêmîne ne, lê bi hukmê xeletiya Îngîlîzan desthilatiya Iraqê ji wan re hatiye dayîn û heta dema rejîma Beis a Iraqê, di encama reftarên Seddam Husên de têkçûn. Baweriya Sunneyan bi ti awayekî li sîstema federal a Iraqê tineye.

Mamostayê zankoya Rûsyayê pêşneyar dike, pirsgirêka sunneyên Iraqê divê waha bê çareser kirin;

-Dewletek taybet bo sunneyan: Ew dewlet di navbera dewleta demokratîk a Kurdistanê û dewleta şîe de be. Lê ji ber piraniya bîrên neft û petrolê dikevin sînorê dewleta Kurdistanê û dewleteke şîe de, her du dewlet rêkeftineke navnetewî bikin ku heta 20 salan beşek ji dahata neftê bidin dewleta sunneyan.

Her di heman projeye de behsa pirsgirêka Îsraîl û Filîstînê tê kirin û rêçareyek bo wan jî hatiye danîn û tê pêşneyar kirin, eger axa sunneyên Iraqê li gel dewleta Urdinê ve bê girêdan, wê demê dê bibe faktorekî giring bo çareseriya pirsa Filîstînê jî.

Dawiya projeyê de hatiye aşkera kirin, ku wêneyek projeyê ji Kongreya Amerîkayê, Parlamentoya Ewropa, Parlamentoya Rûsyayê (Duma), Parlamentoya Îsraîlê, Komkara ereb û çend cîhên din re jî dê bê rêkirin.

Bas

Back to top button