Polîtîk

Divê li pirsa netewî de em yek helwest bîn

 

Roja dûşemê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê amadeyê kongreya yekgirtina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî li Hewlêrê bû û li gotarek da ragihand: Gelek bi başî dizanim çi berpirsiyariyetiyeke mezin ketiye ser şana min, û parastina kerameta hemwelatiyên Herêma Kurdistanê li ewlewiyeta karên min daye.

 

Serokê Herêma Kurdistanê got: Gelek bi başî dizanim çi berpirsiyariyeteke mezin ketiye ser şana min, her wiha gelek bi baş jî wateya wê sondê dizanim, ku wekî Serokê Herêma Kurdistanê min xwariye, her ji bo wê yekê ewên deng dane min an jî deng nedane min û dijî min be û keyf bi min be an jî neyê, hemûyan bi bira û keç û kur û kesukarê xwe dizanim.

 

Serokê Herêma Kurdistanê dûpat kir, ku xwe bi berpirs dizane li beramber jiyan û bexteweriya kerametiya her takeke ku li Herêma Kurdistanê dijî, ji bo wê yekê parastina ewlehî û asayîş û kerameta hemwelatiyên Herêma Kurdistanê li ewlewiyeta karê min daye.

 

Li beşeke dinê gotara xwe da, Serokê Herêma Kurdistanê cext li ser kurkirina cana birayetiyê kir û balkişand li ser wê yekê jî kir, ku dibe ku eve çend aliyek û hizbek û lîsteyek bin, lê belê bi taybetî beramber bi meseleya netewayetiyê da divê em yek helwest bîn.

 

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro li wê axaftina gotara xwe de ku li kongreyeke yekgirtina her du Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, ku li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê birêveçû.

 

Back to top button