Polîtîk

Barzanî: Divê kurd di hilbijartinan de serbikevin

 

Serok Barzanî kombûnek berfireh li gel berpirsên liq û mekteba nawendî û kargêr,endamên liqan, berpirs û endamên komiteyên Partiya Demokrat a Kurdistanê darxist. Herweha di vê kombûnê de, Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê partîyê, Fadil Mîranî sekreterê mekteba siyasî û endamên komiteya nawendî jî amade bûn.

Serok Barzanî dîtinên xwe bi awayek berfireh li ser rewşa îro ya Irakê û Kurdistanê li ser pêşeroja Kurdistanê û cureyê pêwendiyan sekinî û berfirehî sedema helwestên xwe di vê civînê de gotin.

Di destpêka civînê de Fazil Miranî axaftinek pêşkêş kir û ji serok Barzanî daxwaz kir ku ew ditînên xwe ji rewşa heyî û pêşerojê wan ronî bike. Barzanî di axaftina xwe de behsa rewşa giştî ya Iraq û  Kurdistanê kir û herweha behsa pirs û pirsgirêkên PDK- jî kirin û rênînên xwe pêşkêşî kombûnê kirin.

Barzanî li ser rewşa hilbijartinên  Iraqê dîtinên xwe gotin û daxwaz kir ku; divê hewldanek mezin ji bo serkeftina hilbijartinan bête kirin. Barzanî got: “ Eger baş xebat bête kirin Kurd dikarin li hersê parêzgeyên Kurdistanê û deverên derê Kurdistanê nêzikî 60 kursiyan destbêxin. Hijmara kursiyan çikas be bila be, divê em hewl bidin ku, cehda xwe nîşan bidin, xelkê me hemî ne xwendevanin, divê em arikariya wan bikin ku kesek wan nexapîne.

 

Back to top button