Polîtîk

Divê Kurd ji guhertinên navçeyê re amade bin

Siyasetmedarê navdar ê Başûrê Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd dibêje, tevî ku niha Barzanî ne serokê Herêma Kurdistanê ye, lê belê niha pêgeha wî ji her demekê bihêztir e. Herwiha dibêje jî, divê Kurd ji guhertinên navçeyê re amade bin.

Mihemedê Hacî Mehmûd ku Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê ye, ji rojnameya Hewlêr re axivî ye û derbarê guhertinên navçeya Rojhilata Navîn gotiye: “Divê Kurd gelekî ha ji xwe hebin û divê em wan pirsgirêkê ku di navbera pêkhateyên Iraqê û yên li navçeyê hene, di berjewendiya xwe de bikar bînin. Nabe em bi çavekî biçûk li van arîşeyên navçeyê binerin.”

Hacî Mehmûd rola Serok Barzanî li navçeyê bihêz binav dike û dibêje: “Roj bi roj di çavê dinyayê û welatên Erebî de, pêgeha Barzanî pir bihêztir bûye. Niha Kurdistan bûye navendeke diyar, ku hemû alî berê xwe didin Kurdistanê û ligel Serok Barzanî dicivin ji bo ku şêwra xwe jê bibin. Ev yek cihê dilxweşiyê ye, ku ne tenê welatên cîhanê, lê belê Îran û welatên Erebî jî tên Hewlêrê. Ev jî belge ye ku rola Serok Barzanî bidawî nayê.”

Back to top button