Civak

Wezareta Navxwe: Em dê dest danin ser hemû çekên bêmolet

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di derbarê destbiserdegirtina çekên bêruxset de çend biryar dan û ragihand, ji bilî Klaşînkof û Demançeyê, ew dê dest bi ser her core çekên giran û navend de bigirin.

Li gor nivîseke fermî  derketiye û îmzeya Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî li ser e, amaje bi vê yekê hatiye dan, ku ew “dê dest bi ser her core çekên giran û navend de bigirin” û piştre dê li gor rêkarên yasayî û bi rêya komîteyeke taybetmend, “wan çekan radestî Wezareta Pêşmerge bikin”.

Di vê nivîsa fermî ya Wezareta Navxwe de wiha hatiye: “Dê dest bi ser hemû core çekên bêmolet ên giran û navend de were girtin û li nav navenda parêzgeh, qeza û bajarokan jî ew çekên ku têne radestkirin an jî dest bi ser wan de tê girtin, li binkeyên polîs û asayişê dê bêne komkirin û piştre li gor yasayê bi rêya komîteyekê radestî Wezareta Pêşmerge bêne kirin”.

Herwiha di vê nivîsa Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê de daxwaz ji wan kesan jî hatiye kirin ku Demançe û Klaşînkofên bêmolet hene, ku “li wan binkeyên çekên giran û navendî tên komkirin, moletan werbigrin”.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê herwiha ragihandiye, “ew biryarên ku di derbarê çekên bêmolet de hatine dan, dê di heyama 6 mehan de bêne cîbicîkirin”.

Back to top button