Civak
Ji % çend HDPyî xwe Kemalist bi nav dikin!
Dezgehê lekolînî AREA li ser helwest ûdîtina hilbijêra lêpirsînek pêkanî.
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di derbarê “ Rojeva siyasî“ de lêpirsînek balkêş hate kirin. Lêpirsîn li 12 bajarên mezin li gel 2 hezar û 60 kesî hate encamdan.
Li gora vê lêpirsînê:
Li Tirkiye pirsgirêka herî mezin rewşa darayî ye.
Di siyaseta derve de baweriya xelkê li hukumetê nayê.
Di vê lêpirsînê de babetek herî balkêş ew bû ku, di nava MHPê û HDPê de ji % çikas xelk xwe Kemalist dibînin.
Encama lêpirsînê de ji MHP % 12 xwe Kemalist dibînin û di nava HDPê de % 8.8 xwe Kemalist dibînin.