Nivîsar

Divê ev dewlet were zelandin

Peyva dewleta “Kûr” gelek salan berê kete ferhenga me ya sîyasî.Ji bo teşkîlatên ku bi xwe xuya nakin lê bandora wan civakê dişikilîne, tê gotin teşkîlatên kûr an jî teşkîlatên bin erdê. Du taybetîyên teşkîlatên wisa he ne.

1- Ji tevgerên derqanun qet natirsin, tew tiştên wisa ji bo xwe wek mafekî dibînin.

2- Ev teşkîlat bi gelemperî bi sazumanên fermî re girêdayî ne.

Tişta herî balkêş jî ev e; hemû sazîyên dewletê qanunî ne, ev teşkîlatên derqanunî çawa dibe bi sazumanên dewletê yên qanunî ve girêdayî ne. Dewlet, çawa dibe çavkanîya teşkîlatên wisa?

Ka em vê pirsê bi pirseke din bibersivînin: Dewletekê bifikirin ku ,di rêberîya pîvanên gerdûnî yên insanî û huqûqî de heq û mafên bingehîn yên hemwelatên xwe naxwaze bide, gelo emê ji dewleteke wisa çi hêvî bikin? An jî ez pirsa xwe biguherînim. Ma ji dewleteke wisa tiştekê were hêvîkirin?

Armanca dewleteke wisa, ewil hebûna xwe parastin e. Ya duyem jî hemû rayeyên di destê dewletê de bidestxistin e. Yanî dewleteke wisa qet naxwaze civak xurt bibe, ji ber vê yekê jî wê her tim pêşîyê li demokrasîyê bigre. 

Gelo li ku xeletî hate kirin?

Dîroka Komarê, tu dibêjî qey ji bo isptkirina van herdu farazîyan hatîye nivîsandin.

Bîlanço ev e:

a) Ne li gorî prensîbên gel, li gorî otorîteya navendî pergaleke sîyasî û huqûqî derketîye holê.   

b) Civak di nava rengînîya çandî û dîrokî de nehatîye dîtin. Civak ji alîyê dewletê ve her tim wek tiştekî dariştî (sun’î) hatîye dîtin û li gorî vîya hatîye birêvebirin.

c) Komarê xizmetkirina ji bo gel, qet nefikirîye. Li şuna wê xwestîye her tim li ser civakê desthilatdar be.

d) Ji ber daxwaza desthilatdarîya li ser gel, rayedarên dewletê jî bêyî ku hesabên kirinên xwe bidin her tim bi awayekî wareste tevgerîyane. Vê yekê jî fêhmeke wareste pêk anîye.

e) Dewletê teşkîlatên xwe yên asayîş û ewlehîyê, her tim li ser “Neyarên navxwe” çêkirîye. Ji ber vê yekê jî her tim bi beşeke civakê re şer kirîye.
 
f) Îdeolojîya damezrêner ya vê dewletê nijadperestî ye, (Ji dayîkeke Tirk de bûn, Ji bavekî Tirk de bûn, Tirk kurê Tirkan û mislimantîya sunî , nasnameya vê Komarê ye) Ji ber ku daîreya hemwelatîyê, tim wisa teng hate hiştin, di nava vê Komarê de heta niha aramî û asayîş qet çênebû.

Gelo emê ji vê kortê çawa derkevin? Di nava xwe de em ew qas perçe bûne ku, di mijara çêkirina makezagona nû de ji ber ku noqteyên me yên hevpar nemane, em zemînekî hevpar nabînin. Ev jî pêvajoyê dixe tengasîyê û hewesê mirov dişkêne.

Divê çi were guherîn?

Ez êdî bi rastî jî tam qanî bûme ku, heke em du meseleyan di dil û mijîyê xwe de çareser nekin, em ne dikarin tevahîya xwe biparêzin ne jî em dikarin demokrasîyeke modern çêbikin.

Ji ber vê yekê divê em di demeke herî kin de ji zîhnîyeta dewletparêz bifilitin. Divê em dewletê ji vê zîhnîyetê bizelînin û paqij bikin. Lê mixabin ev jî wê herhal piçekî wext bistîne.

Doğu Ergil

 

(Nûçevan)

Back to top button