Kolandinên li binyat û derdora  baregeha JITEM-ê ya kevin a Diyarbekir berdewamin. Hêjmara  kiluxên mirovan  yên ji bin axê derdikevin zêdetir dibin. Heta niha hestiyên 23 kesan ji bin êrdê derketine. Roj bi roj hijmar zêde dibe.

Kes û karên mirovên  ji aliyê JITEMÊ  ve hatîn girtin û winda bûyîn, îro li Diyarbekir bi rêya Komeleya Mafê Mirovan  gilî kirin ku kujerên mirovên wan bêne kifşkirin.

Di vê derbarê de sekreterê komeleya mafên mirovan yê şaxa Diyarbekir Raci Bilici daxuyaniyek da û got: Eger hukumet bixwaze dikare kujeran eşkere bike. Me gelek cara di vê derbarê de çêroka kesên ku winda bûyîn û bi destê hêzên tarî hatîn kuştin ji berpirsên hukumetêre gotiye. Lê mixabin heta niha tiştek nehatiye kirin.

Di vê derbarê de serokwezîrê Tirkiye Erdogan doh axavtina ku di guruba partiya xwe de kirî got: Emê heta dawiyê li ser pirsên ku heta niha nehatî zelal kirin bisekin da ku em van pirsa zelal bikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: