Divê Erdogan li gel BDP-ê rûne

 Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, ragehand ku ji bo dawîanîn li bombardiman û pirsgirêkên ser sînor, bi tevgereke ‘’dîplomatîk a berfireh’’ û rûniştina ligel ‘’hemû aliyan’’ ve mijûl in da Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li ser sînorên Herêma Kurdistanê yên ligel Îran û Tirkiyê bên bicîh kirin. Barzanî got: ‘’Em naxwazin pirsgirêk hebin û hîç şerek derkeve. Niha em bi wê yekê ve mijûl in bi awayekî aram û dîplomatîk hewl didin hêzên me li ser sînor bin.’’ Herwiha behsa şerê PKK û Tirkiye dike û pêwîstiya rûniştina li ser maseya gotûbêjan tercîh dike bo çareserkirina pirsa Kurd:

 

Rûdaw: Hûn niha ji serdana Îranê vegeriyane, we derbarê topbarana navçeyên sînor de behsa çi kir û hûn li ser çi lihevhatin?

Nêçîrvan Barzanî: Axaftin û behsên me ji wê yekê zêdetir bûn. Serdana me bo Îranê li ser raspardina birêz Serokê Herêma Kurdistanê û haydarbûna Serokê Hikûmetê bû, xala serekî ya programa serdana me jî ew alozî û tevliheviyên ku li ser sînorên Herêma Kurdistanê de hene, bû. Me li wir berpirsyarên mezin ên Komara Îslamî ya Îranê dîtin, yên siyasî, dîplomasî û leşkerî.

Polîtîkaya Herêma Kurdistanê her ji roja yekemîn ew bû ku naxwaze bibe sedema alozî û desttêwerdana di karûbarên ti welatekî cîran de, lê dixwaze bibe cîranekî baş digel wan welatan li ser bingeha rêzgirtina dualî. Mixabin li sînorên Herêma Kurdistanê çi digel Îranê û çi digel Tirkiyê, pirsgirêka PJAK û PKK-ê heye, bêguman ew herdu alî ji hevdu necuda ne, ji ber ku ew yek sistem û yek hêz in, necuda ne.

Hebûna wan li navçeyên çiyayî yên ser sînorê Herêma Kurdistanê û heta astekî li gundên ser sînor, bûye sedem û hênceta pirsgirêk bikeve navbera welatên cîran û Herêma Kurdistanê. Niha dema em behsa Îranê dikin, ez dibêjim mixabin PJAK û PKK bi şerên xwe qet berjewendiyên Herêma Kurdistanê liber çav nagirin, ew hertim hincetan didin destê wan welatan ku êrişê nav xaka Herêma Kurdistanê bikin.

Em niha hikûmet in, ne hêzek in li çiya, em ji parastina jiyan û jiyara xelkê Herêma Kurdistanê berpirsyar in, nabe xelkê navçeyên sînor bi wan êrişên PJAK û PKK-ê bikevin ber êrişên Îran û Tirkiyê, herwiha li gor yasayên navnetewî jî nabe tu rê bidî axa te ji aliyê hêzekê ve bê bikaranîn bo êrîşkirina ser xaka cîranê te û dubare vegere nava axa te.

Tiştê ku niha PJAK dike bi vî awayî ye. PJAK ji bingehên xwe yên nav xaka Herêma Kurdistanê hêzê dişîne nav axa Îranê, kemînan dideyne, Pasdarên Îranê dikuje û vedigere. Ev li gor prensîbên navnetewî nayê qebûl kirin, herwiha Herêma Kurdistanê çênabe vê qebûl bike. Ev bûye pirsgirêk di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de.

‘Pêwiste PJAK  dest ji xebata çekdarî berde’

Di vê serdana min a bo Îranê de, Îraniyan ji me re gotin ew ne dijî Herêma Kurdistanê û desthilata Herêma Kurdistanê ne, lê daxwazeke gelekî eşkere ji me kirin, gotin em dixwazin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser sînoran hebe û dixwazin li kêleka hikûmet û hêzên Herêma Kurdistanê bin, ne mimkûn e li sînorên Herêma Kurdistanê bicih bibe, kontrola wê derê di destê wan de be û car car êrişên çekdarî ji nav axa me pêk bînin.

Min berê gotiye û ez niha jî dubare dikim, PJAK divê dest ji xebata çekdarî berde, tiştê ku PJAK niha dike zirarmendê serekû û bi pileya yekemîn xelkê Kurdistana Îranê ye, piştî wan jî xelkê Kurdistana Îraqê, ji ber tevgera wan tiştekî ji hevkêşeyan naguhere ji bilî pêkanîna guşar û nexweşiyan bo Herêma Kurdistanê.

Wek mînak gelek partiyên Kurdistana Îranê hene ji wan Partiya Demokrat, Komele û aliyên din ku niha li Herêma Kurdistanê ne, wan xebata çekdarî kirine û niha jî dikarin encam bidin, lê ew ji ber berjewendiyên Herêma Kurdistanê êrişên çekdarî pêknayînin û çalakiyên siyasî li vir û li Îranê dimeşînin. Bi baweriya min PJAK jî divê biryara xwe ya dawî bide. Bi nerîna me divê dest ji xebata çekdarî berde û çekê deyne. Îro nasnameyeke Herêma Kurdistanê û ewlekariyeke wê heye, ew jî ew e ku Herêma Kurdistanê di pêş hemû karên me de ye.

‘Em hewl didin hêzên xwe li ser sînorên Îranê û Tirkiyê bicîh bikin’

We qet gotûbêj û biryareke daye derbarê bicîhkirina Hêza Pêşmerge û Hêzên Parastina Sînor li navçeyên sînor yên Herêma Kurdistanê û hêzên PKK-ê li navçeyên sînor nemînin?

Em niha mijûlê tevgereke xurt a dîplomasî û rûniştina digel hemû aliyan de ne ku bikaribin bighin wê armancê. Em naxwazin pirsgirêk pêk bên û ti kes rastî wan bê û ti şer çêbibin. Em niha mijûlê wê yekê ne bi awayekî aram û dîplomatîk hewl didin em li ser sînoran bin.

Dema borî di rojnameyeke Îranî de hat weşandin ku Serokê Herêma Kurdistanê piştevaniya PJAK-ê dike, ji ber ku wî navçeyeke Herêma Kurdistanê ji wan re veqetandiye. Gelo ji aliyê Îranê ve ti gilehiyeke bi vî awayî ji we hat kirin?

Berevajiya wê yekê, wan bi xwe pir bi awayekî eşkere îtiraf bi wê yekê kirin ku çend kesan bi şêweyekî neberpirsyarî daxwiyaniyên wiha dane, herwiha gotin ku di wê derbarê de ti gilehiyeke wan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê tune, ew gelek baş rewşa niha fêm dikin. Xwestekên Îranê gelekî zelal in, Îran dibêje nabe xaka we bibe navçeyeke aram bo êrîşkirina ser Îranê. Ev jî li gor cîrantiyê daxwazeke pir rewaye. Duyem dibêjin em dixwazin li kêleka hêzên we bin li ser sînoran, lê ne digel PJAK û PKK-ê.

‘Gelek girtiyên PJAK-ê li Îranê hevwelatiyên Tirkiyê ne’

Lê PJAK dibêje ev yek sale me ti êrîşeke çekdarî dijî Îranê encam nedaye?

Ez nebawerim ku ev tevahiya rastiyê be. Ger wiha be divê rabighînin, çima ew bi eşkere nabêjin me şerê çekdarî rawestandiye. Lê li Îranê xelkê wan hatiye girtin û niha di zîndanan de ne, gelek ji wan ên girtî jî hevwelatiyên Tirkiyê ne.

Pêkhata şanda we çima bi vê şêweyê bû. Berpirsê Têkiliyên Hêrêma Kurdistanê digel Îranê, Ebdulla Akreyî dibêje Îranê xwestibû ku hûn di şandeyê de cih bigirin, ev çawa bû?

Şanda me ne şandeke hizbî bû. Tiştê yekem ew e ku Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmetê jî dikarin her kesê bixwazin wek nûnerê xwe bişînin derve. Çûna min jî di çarçoveya şandeyekê de bû bi serokatiya Şanda Serokê Herêma Kurdistanê bo Îranê ku bi haydarbûna Serokwezîrê Kurdistanê pêk hatibû. Pêkhata şandeyê jî bi biryara Serokê Herêma Kurdistanê û bi hevahengiya ligel hikûmetê hatibû danîn. Min berê jî wek nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê serdana welatên din kiriye.

‘Me ligel Serokkomarê Îranê behsa pirsa qutkirina ava çemê Elwen kir’

Ev demeke pirsa qutkirina ava çemê Elwend ji aliyê Îranê ve derketiye holê ku navçeya Xaneqînê û heta naverasta Îraqê jî rastî pisrgirêkê hatine, gelo we behsa wê pirsgirêkê digel berpirsên Îranî kir?

Me behsa wê pirsgirêkê digel Serkomarê Îranê kir, herwiha me bi hûrî ew mijar digel Wezîrê Derve jî behs kir, ez dikarim bêjim ku wan soz dane me bilez hewl bidin vê pirsgirêkê çareser bikin. Lê ew dibêjin li aliyê wan jî av bi şêweyekî giştî kêm bûye û wan bi biryareke siyasî ava Elwend qutnekirine. Lê me gelekî bi ciddî pêdagîrî li ser wê meseleyê kir û me ji wan re got divê ew pirsgirêk çareser bibe, wan jî soz dan ku di demeke herî zû de vê meselê bişopînin.

‘Serok Barzanî wê di demeke maqûl de serdana Îranê bike’

Gelo piştî vê serdana we, wê hatin û çûna dîplomatîk di navbera Îranê û Herêma Kurdistanê de zêdetir bibe. Gelo Serokê Herêma Kurdistanê wê serdana Îranê bike û berpirsên mezin ên Îranê jî wê bên Herêma Kurdistanê?

Ji xwe ev çend meh e Îranê vexwandineke fermî ji Serokê Herêma Kurdistanê re şandine ku serdana wî welatî bike, Brêz Serokê Herêma Kurdistanê jî ew vexwandin qebûl kiriye, niha axaftin derbarê jivanê wê serdanê de tê kirin, bêguman Serokê Herêma Kurdistanê di demeke maqûl de bo herdu aliyan dê serdana Îranê bike.

Erê di vê demê de ti guhertin li ser têkiliyên Îranê û Herêma Kurdistanê pêkhatibûn, bi taybetî ku carna behsa wê yekê dihat kirin peywendiyên Îran û Partiya Demokrata Kurdistanê berbi xirabbûnê çûne?

Bêguman di hinek deman de berjêr û berjorî di têkiliyên Îran û Herêma Kurdistanê hebûn, lê raketin û bicihbûneke bingehîn jî di wan têkiliyan de hebû. Îran cîrana me ye, sînorekê me yê dirêj bi hev re heye, wê di rojên dijwar de arîkariya Herêma Kurdistanê kiriye û her ji serî de kar ligel vê herêmê kiriye, herwiha berê jî Hikûmet û gelê Îranê di dema karesata Helebce û wergirtina bi hezaran xelkên Kurdistana Îraqê wek penaber, alîkariya me kirine.

Ez nabêjim ku her tişt temam e, bêguman pirsgirêkên me jî hene, lê ger em temaşeyî qonaxên têkiliyên xwe bikin, em ê bibînin ku hertim têkiliyên me berbi pêş ve çûne. Bazirganiya Herêma Kurdistanê ligel Îranê berî çend salan ji 600 milyon dolaran derbas nedibû, niha gihaye nêzîka 5 milyar dolaran, ev jî nîşana wê yekê ye ku têkiliyên me baştir bûne. Herwiha li Herêma Kurdistanê hemû alî jî li ser wê yekê hevdeng in ku divê têkiliyên me ligel cîranan baş bin û li ser bingeha rêzgirtina navbera herdu aliyan bin.

Têkiliyên PDK-ê jî digel Îranê ne xirabin. Raste di rojnameyan de hinek tişt tên behs kirin, yan nivîsek di rojnameyeke aliyê me yan aliyê wan de tê nivîsandin, ew jî ne tiştên mezin in. Em ger temaşeyî wan tiştên biçûk bikin, wate her roj pirsgirêk hene. Ji xwe ger bi şêweyekî giştî berê xwe bidin van têkiliyan, em ê bibînin ku gelekî asayî û dostane ne.

‘PKK-ê piştî hilbijartinên 12 Hezîranê siyaseteke saş meşand’

Piştî êrişên Gerîlayên PKK-ê di 17ê vê mehê de li navçeya Çelê, Tirkiyê dest bi topbaran û êrişên asmanî kir bo nav xaka Herêma Kurdistanê. Hûn çawa berê xwe didin vê tevlihevî û aloziyê?

Ez di vê derbarê de dixwazim gilehiyan ji PKK-ê bikim. Em ger berê xwe bidin rewşa berî wan êrişên PKK-ê, em ê bibînin ku PKK di rewşekê de bû dikarî gelek sûdê jê bibîne, lê mixabin PKKê piştî hilbijartinên Meclîasa Tirkiyê yên 12 Hezîrana îsal, siyaseteke şaş meşand.

Ger li bîra we be, min berî du mehan ji rojnameya Milliyet a Tirkî re got niha gok di saha Tirkiyê de ye û divê Tirkiye pêngavên din ên ciddîtir bavêje bo çareseriyeke siyasî û aşityane ya pisa Kurd. Min heta behsa wê yekê jî kir ku rewşa Abdullah Ocalan di zîndanê de divê baş bikin û gotûbêjên siyasî digel wî bên kşrin wek aliyekî çareserkirina pirsa Kurd. Diyare di astekî bilind de gotûbêjeke berfereh digel Ocalan hebû û ew wek karakterekî siyasî di nav pirsgirêkê de dihat xuyakirin. Lê şaşiyên PKKê ev proses tevlihevkir û hewlên navbera Tirkiye û Ocalan jî têk dan.

‘Boykotkirina Meclîsê ji aliyê BDP-ê ve xeletiyeke stratejîk bû’

Şaşiya yekemîn ew bû ku Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Meclîs boykot kir, parlamenterên wan neçûn Meclîsê û sond nexwarin. Ev şaşiyeke stratejîk bû, pêwîst nedikir wiha bikin, bi taybetî di vê rewşê de ku meseleya dariştina destûreke nû bo Tirkiyê di rojevê de ye. Divabû ew li wir wek yek ji giringtirîn saziyên Tirkiyê axaftina xwe bikirana, mîna ku Brêz Serokê Herêma Kurdistanê got divabû wan li wir şerê xwe bikira. Wan ti derfet nedan Serokêwezîr Erdogan da bizanin ew ê piştî hilbijartinê çi bike yan çi nake.

Şaşiya duyemîn encamdana êrîşên çekdarî bû bi taybetî kuştina 8 leşkeran rewş aloz kir. Em ger berê xwe bidin ciyê cografî yê encamdana wê êrîşê em ê bibînin ku li ser sînorê Herêma Kurdistanê pêkanîne, wan ger di kûratiya axa Tirkiyê de bikirana wê cudatir bûya, lê encamdana wê êrîşê li wê navçeya sînor dubare ew tişt îsbat kir ku PKK bi van şerên xwe qet berjewendiyên Herêma Kurdistanê li ber çav nagire. Şaşiya sêyemîn jî ew bû ku di encama êrişên çekdarî yên PKK-ê de gotûbêjên ligel birêz Ocalan têk çûn, wan bi şaşiyên xwe Ocalan ji kesekî ku gotûbêj ligel dihatin encamdan, kirin kesekî ku li aliyekî hatibe danîn.

PKK eger berê xwe bide van tiştan, gelo ev ne siyasetên şaş bûn bo PKK-ê bi xwe jî? Ma ev ne siyasetên şaşin ku pêwîst nedikir PKK wan bike? Bêguman ev şaşiyên mezin bûn. Kuştina leşkeran şaşî bû, ji aliyekî din ve em gelekî xemgînin bi jinavçûna malbateke bêguneh a Herêma Kurdistanê di encama êrişên Tirkiyê de. Ez sersaxiyê li wan dikin û sebrê ji wan re dixwazim himber vê trajediya mezin. Ez hêvîdar im xweda sebr û hedarê bide wan. Tişta ti guman li ser nîne ew e ku pirsa Kurd di vê serdemê de ne bi şer çareser dibe û ne bi şer bi dawî dibe.

‘Daxwiyaniya Erdogan dema got li Tirkiyê pirsa Kurd nîne tiştekî şaş bû’

Lê ji aliyekî din jî Recep Tayyip Erdogan ku çendîn car soza çareserkirina pirsa Kurd da, di kempîna hilbijartinên 12 Hezîranê de û piştî wê jî got li Tirkiyê pirsa Kurdî nîne, lê pisrgirêka terorê heye û wê vêna ji holê rakin. Gelo ev ne şaşî û paşdegavavêtin bû di mesela çareseriya aştiyane de?

Her hewldanek hebe, tenê yek rêya rast heye ew jî çareserkirina aşityane ya pirsa Kurd e. Min behsa şaşiyên PKK-ê kir, wek kesekî ku bi hûrî çavdêriya rewşa Tirkiyê dikim, ji ber Tirkiye bo Herêma Kurdistanê gelekî girnge. Bêguman ti şik di wê yekê de jî nîne ku Erdogan li Tirkiyê hinek karên mezin kirin, dibe mebest ji van karan ne Kurd bin, lê ew di berjewendiya Kurdan de bûn, wek mînak mesela guhertina destûrê ku berî hatina Erdogan kesî fikir lê nedikir ev hemû maddeyên destûra Tirkiyê bên guhertin ku zemîneke gelekî baştir ji berê bo demokrasî û siyasetkirina Kurdan jî anî pêş.

Herwiha derbarê Kurdan de kesî fikra wê yekê nedikir dewlet bi xwe televizyoneke bi zimanê Kurdî dabimezrîne, xelkên bi pleyên bilind li ser tawanên tarî bên dadgehkirin, ev hemû ciyê rêzgirtinê ne ku birêz Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan encam dane. Lê mixabin ew daxwiyaniyên vê dawiyê yên Erdogan dema got li Tirkiyê pirsa Kurd tune, ew ne tiştekî raste û şaşî ye, evna bandorê li baweriya xelkê ya bi wî jî dike, ji ber berê behsa wê yekê kiribû ku pirsa Kurd heye û ew pirsgirêkeke siyasî û pirsgirêka mine û ez ê çareser jî bikim.

Pirsa Kurdli Tirkiyê pirsa miletekî ye, PKK hebe yan nebe ew milet her wê hebe. Ez di wê baweriyê de me ku divê gelek realîsttir û bi mêjiyekî vekirîtir tevger ligel vê rewşê bê kirin. Bi baweriya min wiha başe Birêz Erdogan niha daxwaz bike parlamenterên BDP-ê biçin civînên parlamen, Tirkiye jî gotûbêjan ligel wan bike bo gihiştina encamekê, ji ber ku şer ji bilî malwêraniya herdu aliyan û malwêraniya zêdetir, ji bilî têkdana wê zemîneya ku bo birêveçûna gotûbêjan hatibû afirandin ku Birêz Serokê Herêma Kurdistanê jî rolekî gelekî bi bandor tê de dît, ti encam û destkeftiyeke din nabe.

‘Sed operasyonên leşkirî jî vê pirsgirêkê bi dawî nayînin’

Niha behsa wê yekê tê kirin ku Tirkiye piştî cejna Remezanê wê operasyonên bejayî bo nav axa Herêma Kurdistanê encamp bide, herwiha di nav Tirkiye de jî wê 1400 berpirs, endam û serokên şaredariyên din ên BDP-ê bên girtin. Bi dîtina we Tirkiye pêwîste wiha bike yan fikra rêya siyasî bike?

Eger sed operasyonên leşkirî jî pêkbîne, ne tenê 1400 lê gelek zêdetir jî bigire, ev pirsgirêk bi dawî nabe. Çareserkirina vê pirsgirêkê pêwîstî bi biryareke din a wêrek ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve heye, ez bawerim îro derfeteke û Birêz Erdogan dikare gelek karan pêk bîne, ew di meclîsê de piranî ne, li Tirkiyê bihêz e, li cîhana Îslamî û cîhanê bi giştî jî bihêz e, derfetek bo Erdogan bi xwe jî hatiye ku ew vê pirsê çareser bike û Tirkiyê ji pirsgirêkekê rizgar bike ku gelekî di berjewendiya herdu gelên Tirk û Kurd de ye, herwiha di berjewendiya pêşketina berdewam a Tirkiyê de ye. Pirsa Kurd li Tirkiyê pirsa miletekî ye, lê ne ya PKK-ê ye, divê ev rastî jî li bîra wî be ku pirsgirêk divê li ser masa gotûbêj û danûstanan bê çareser kirin,  ne bi top û firoke, ne bi leşkir û gerîlla.

‘Divê Erdogan bi BDP-ê re rûne û gotûbêjan ligel wan bike’

Ango hûn di wê baweriyê de ne ku divê Partiya Dad û Geşepêdan a Erdogan û BDP gotûbêjan pêk bînin, lê ne wek Erdogan berî demekê got em êdî digel wan ne axifin?

Bi baweriya min ev ne rast e. Gelekî pêwîste ew digel BDP û aliyên din jî baxive û gotûbêjan bike, ji ber ku di vê yekê de xêra Tirkiyê bi giştî û ya Kurdan jî bi taybetî heye. Ez bawer im ku ji bo derketina ji vê tengezariyê divê ew banga aştiyê bike. PKK jî bêguman divê çekan bêdeng bike û kar ji bo xweşkirina zemîneya çareserî û aşitiyê bike.

PKK-ê bi kiryarên xwe ew hevsoziya ku li ba gelê Tirk çêbûbû, kuşt’

Niha li Tirkiyê mesela danîna destûrekî nû li pêş e, wek çawa dibêjin destûra nû ya Îraqê, Îraq ji aliyê sistem û destûrê ve guherî, ev destûr jî wê Tirkiya nû avabike, lê van şer û pêkdadanên dawiyê rewşa maqûl têk da ku raya giştî ya Tirkiyê û partiyên Tirkiyê jî digel wê yekê bin destûrek bê danîn gelek mafên Kurdan tê de bicih bibin. Nerîna we çiye?

PKK-ê bi kiryarên xwe yên leşkerî yên vê dawiyê ew hevsoziya ku li ba gelê Tirk himber mafên Kurdan çêbûbû, kuşt û dengên şovenist bihêz kirin. PKK-ê bi êrişên xwe raya giştî ya Tirkiyê dijî Kurdan livand, herwiha BDP-ê jî bi neçûna Meclîsê pisrgirêkeke kêmbuhatir bi ser mesela destûrê dixe, ev herdu tişt jî ne di berjewendiya wê yekê de ne ku Tirkiye bibe xwediyê destûrekê ku mafên Kurdan tê de bên bicihkirin. Pêwîstbû niha li şûna ev kiryarên çekdarî bên encamdan û ev operasyonên leşkirî bên kirin, herwiha li şûna gef û gefkariyê Kurd mijûlê wê yekê bûna ka çawa ew destûr bi awayekî bê nivîsandin ku mafên Kurdan têde bên misogerkirin û Tirkiyê berbi pêşve bibe, çawa dikarin zêdetir mafên xwe di wê destûrê de bicih bikin û bo vê yekê projeyan pêşkêşî raya giştî ya Tirkiyê bikin, lê ne ku PKK bi çend kiryarên çekdarî raya giştî ya Tirkiyê li dijî Kurdan bixe tevgerê.


‘Divabû BDP û PKK-ê tehemul bikin ka Erdogan piştî hilbijartinan çi dike’

Ez dîsan dibêjim Kurd pêwîste li Tirkiyê siyaseteke aştiyane bidin meşandin û dest ji tşîdetê berdin, ji ber ku rewşa Tirkiyê, demokrasiya niha ya Tirkiyê, têkilî û girêdayînên Tirkiyê digel welatên Ewrûpa û têkiliyên Tirkiyê digel Amerîka ev hemû bi hev re xalên gelekî girîng in û Kurd dikarin gelekî bi başî sûdê jê bibînin û xebeteke bihêz a siyasî û aştiyane û sivîl ya bi bandor peyrew bikin. Kiryarên çekdarî tenê zerarê didin Kurdan, raya giştî ya Tirkiyê dijî Kurdan dixe tevgerê û polîtîkaya hikûmeta Tirkiyê diguherîne, navê Kurdan li derve têk dide. Ez çend berê xwe didim rewşa Tirkiyê dibînim ku tevî wê yekê jî xwestekek heye birastî dixwaze bighe encamekê, lê dema ew nêzîkî encamê dibe destekî têkder heye rasterast dikeve pêşiyê û hêza wî destî jî heye ku bi tiştekî zêde biçûk prosesa gelekî mezin seqet bike û têk bide. Ev rewşa niha ya Tirkiyê derfetek bû ku şansek ji Erdogan re bê dayîn ka wê vê rewş û prosesê berbi kude bibe, ewqas salan tehemul hat kirin, pêwîst bû demeke din jî tehemul bihata kirin, BDP-ê û wan hêzan diviya bû tehemul bikirana. Hertim derfeta te heye bo destpêkirina xebata çekdarî li Çelê û derdorên wê, lê dema derfeta siyasî û aştiyane têkçû û hat têk dan gelekî zehmete careke din çêbibe. Mixabin vê carê jî hat têk dan.

‘Çekdanîna PKKê di çarçoveya proseyeke siyasî de mimkun e’

Hûn dibêjin PKK divê êriş neke û çekan deyne aliyekî, Ocalan jî meha borî got ez ê di hundirê hefteyekê de hemû Gerîllayan li ciyekî kom bikim, balyozxaneya Amerîka li Bexda di daxwiyaniya dawiyê de bo Rûdawê dibêje divê PKK bê merc çekan deyne, gelo ev çekdanîn hema wiha bê ti prose û di keşûhewayê şer de pêk tê?

Ez di wê baweriyê de me ku nabe PKK bi xurûr ligel bi van bûyeran tevbigere, bi baweriya min çekdanîn di çarçoveya proseyeke siyasî ya çareseriya vê pirsgirêkê de mimkun e. Prosesek divê bê destpêkirin, divê Hikûmeta Tirkiyê proseya vebûna demokratîk germ bike, divê di encama wê proseya siyasî de jî bighije wê qonaxê da çek bên danîn. Mirov divê hinekî realîst baxive, lê hema bibêjî çekan dane, ev ne mimkun e. Proseyek divê bê destpêkirin û tu di wê proseyê de bighîjî wê qonaxê. Li Tirkiyê îro îmkana xebata sivîl heye, li nav parlamen û li ser cadeyan bi şêweyekî sivîl. Kurd dikarin gelekî bi başî sûdê ji van waran werbigrin. Xebata Kurdan a li Tirkiyê divê bi hemû şêweyan bi rêyên aştiyane bê meşandin. Min di sala 1996-an de Abdullah Ocalan li Sûriyê dît, wî pirsyarek ji min kir ku ti carî ji bîra min naçe, got; bi nerîna we em çi bikin? Min got bi baweriya min divê tu ji serê sibê û heta êvarî bibêjî aştî aştî, ti carî behsa tiştên din neke, hun wiha dikarin viyan û piştevaniya Ewrûpa û Amerîka bidestbînîn, lê divê ev biryar be û tu li ser wê biçî, ne hemû rojan biguherînê, ev divê bibe biryareke we ya stratejîk. PKK-ê jî divê îro biryareke stratejîk bide û xebata aştiyane û siyasî bibe hilbijartina PKK-ê  ya stratejîk.

‘Divê Amerîka ligel Tirkiyê hewla çareseriyeke aştiyane bide’

Amerîka ji bilî ku asmanê Îraqê di destê wê deye, êrişên asmanî yên Tirkiyê jî bi agadariya wan tên kirin. Bi nerîna we Amerîka divê çi rolekê bilîze bo nehiştina vê rewşê û arîkarîkirina çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê, çi bangewazeke te heye bo Amerîka di vê derbarê de?

Bi baweriya min divê Amerîka ligel Tirkiyê hewla çareseriyeke aştiyane bide, hewldana Amerîka û welatên Ewrûpa bo çareserkirina aştiyane ya pirsa Kurd gelekî girîngtir e ji wêya rê bide firokeyên Tirkiyê bên navçeyên Herêma Kurdistanê bombebaran bikin. Ev bombebarankirin ji bilî zerara xelkê sivîl ê navçeyê, ti destkefteke din a wan tune bo hemû aliyan û ji wan jî Tirkiye.

Aso Mihemed

Nerîna min :