Nêçîrvan Barazanî cîgirê serokê PDK-ê, piştî vegera xwe ya Îranê serdana serokê hukumetê Behrem Salih kir. Wek tê zanîn piştî êrîşên Îranê li ser tixûbê Kurdistanê arîşeyek mezin peyda bibû. Ji bo dawî anîna van arîşeyan Neçîrvan Barzanî li gel şandekî bilind serdan Îranê kirîbû.
Barzanî li gel serokkomarê Îranê Ahmedînejad pirsgirêkên heyî guftugo kirîbûn.
Hevdîtina Neçîrvan Barzanî û Berhem Salih de, sekreterê mekteba siyasî ya PDK-ê Fadil mîranî û endamê mekteba siyasî ya YNK-ê Xusrev Gul Mihemed amade bû.
Nêşîrvan Barzanî behsa serdana xwe ya Îranê û encamên hevdîtinên li gel serokkomarê Îranê kir. Barzanî behsa cureyê çareseriya pirsgirêkên li deverên tixub hene kir û di vê derbarê de hewlên bên kirin da xuyakirin. Behrem salih gelek bi germî pêşwaziya cîgirê serokê PDK-ê kir.