Polîtîk

Erdogan: Bila werin parlementoyê em rûnin

Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayîb Erdogan doh êvarî axavtina xwe ya mehane kir. Erdogan di derbarê bûyerên vê dawiyê û rewşa BDP-ê de jî hinek tişt gotin.

Erdogan di beşek axavtina xwe de got: Ez rastî dibêjim heta li vî welatî cenaze rabin ,gelek zehmete ku em bikaribin bi akilmendî hereket bikin. Di nav dengê giriyê dayîka de mirov nikare tiştekî bike. Helwestên PKK-ê bû sedem ku ev pêvajoya erênî detpêkirî bisekine û kêmasî di tê de çêbibin.

Ji aliyek din ve Erdogan da kifşkirin ku, ew di zemînek meşruda li gel herkesekî rûdinin û ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî hewldidin. Di vê derbarê de Erdogan got: Li ser zemînek meşru li Tirkiye tu pirsa ku neyê gengeşekirin û neyê çareserkirin tuneye. Li gora me her kesek gotinek ya wa hebê û di siyaseta xwe de samîmî bin, bila werin parlementoyê û cihê xwe bigrin.

Di derbarê destûrê de jî Erdogan got: Em dixwazin di vê pêvajoyê de ,bi tevlîbûne hemî partiyên siyasî destûrek nûjen û azadixwaz pêkbînin. Divê di bin banê parlementoyê de her kes wek wekîlê 74 milyon insan kar bike. Em dixwazin ji bo pêşdebirina demokrasiyê û destxistina azadiyan gavên mestir bavêjin.

Back to top button