Civak

Ayhan li Wanê hat weşartin

Li devera Çelê di nav polis û xwepêşandan de pevşûn derket û polisan bombên gaz û çek karnain. Di navxwepêşenderan de endamê meclisabajarê Wanê Yildirim Ayhan jiyana xwe ji dest dabû.

Îro cenazeyê Yildirim Ayhan li bajarê Wanê bi tevlîbûnek girsehî hate weşartin. Di rewresma weşartina Ayhan de,  Hevserokê Giştî yê BDP’ê Hemît Geylanî, Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk, parlamentera BDP’ê Pervîn Buldan, Ozdal Uçer, Nazmî Gur, Adil Kurt, Hevserokê Rêxistina BDP’ê ya Wanê Cuneyt Canîş, endamên Platforma Demokrasiyê jî beşdar bûn.

Polisan cardin midexeleyê xelkê kir û cardin hevçûn derket. Polisan bi bombên gaze li dijê xelkê karanîn. Di nav xelkê de birîndar hene.
Hevseroka BDP’ê Hemît Geylanî axvtinek kir û da xuyakirin ku polisan li dijê xwepêşenderan çek karanîne. Herweha Geylanî got ku, du semek yan jîbûyerek tunebû ku polis êrîşe xelkê ku rewrema weşartina cenaze de amede bûyî bike. Dawiya axavtina xwe de Geylenî got: “ Ev faşîst dikarin me gulebaran bikin lê em xilas nabin. Bi salane nikarin me xilas bikin.

Back to top button