Hevpeyvîn

Divê Erdogan bikaribe bêje Kurdistan

 

 

 

Kerkukî li Enqere bi navê partiya xwe û navê serokê Kurdistanê tevlî kongreya PDP-ê bû. 

 

Hevpeyvîna Dr. Kemal Kerkukî bi berfirehî bi xalên girîng didin. Ev bersivnê kerkukî yê pirsên hatin kirîn e.

 

AKP hukumet a herîbi cesaret e.

Hukumeta Ak Partiyê li Tirkiye hukumeta herî bi cesaret e. Partiya yekemîne ku di derbarê pirsa kurd de hinek gav karîne bavêje. Berê heyîna kurd dihata inkar kirin. Bi Erdogan ev rastî hate qebûlkirin. Erdogan gavek gelek girîng avêtiye,lê ji bo çareseriye divê berdewam be.

Pirsa kurd çareser bike dibe qehreman

Erdogan serokwezîrek bi wêrek e. Eger pirsa kurd çareser bike dê bibe qehremanek em welê difikirin. Pirsa kurd pirsek rewaye, pirsek bi hukukî û heq e. Dikare bi awayek bi adalet û ji şîdetê dûr bête çareser kirin. Îro daxwaziyên kurda yên rast hene, di nav wan de karanina zimanê kurdî jî heye. Em bawer dikin ku ev pirs di pêvajoyekî de têne çareser kirin. Divê ji hir pêde bi bernameyekî bête kar kirin. Ji inkarê gihandina qebûlkirinê gavek gelek girîng e.

Tirkiye dewletek mezin e

Tirkiye dewletek mezin e. Lê divê kêşeya siyasî ya heyî girîng bête dîtin. Pirs bête ihmalkirin kêşe mezintir dibe. Dê kurd jî tirk jî zererê bibînin. Niha guhertinek li Rojhilata Navî dibe.Şerek navbera rejimên dîktator û gelan de heye. Eger Tikiye bixwaze rolek girîng li herêmê bileyze divê ewil kêşeya di nav xwe de çareser bike. Divê dostaniya kurdên her çar beşên Kurdistanê bi destbêxe. Tirkiye dikare vê yekêbike.

Li Başûr kurd ne tehdîdekin

Kurdê Suriye ji bo Tirkiye ne tehdîtekin. Li Suriye tu rêxistinek kurd bi serê xwe nikarê kurda kontrol bike. Encek kurd bi xwe dikarin biryara vê yekê bidin. Em bawerin ku wê gelên Suriye di vî şerî de serbikevin. Dê kurdên Suriye jî bigihin mafên xwe. Gel bi hilbijartin nûnêrên xwekifş bikin.

Bila Tirkiye ji kurda netirse. Ji berî şerê 2003-ê Tirkiye ji me ditirsiya. Digot dê rewşa kurdên Iraqê çewebe. Dijême derdiket. Niha pêwendiyên me li konaxek başde ne. Pêwendyên me yên siyasî û aborê di çerçewek rêzgirtinê de dewam dikin. Niha baweriyek çêbû ku kurdên Iraqê ne tehdîtekin û li Suriye jî bi vî awayî çêbibe.

Divê Erdogan bikaribe bêje KURDISTAN

Erdogan kongreya AK Partiyê de serokê Herêma Kurdistanê wek lîderê herêmî yê bakurê Iraqê da naskirin. Em niyetek xirab nêzî vê yekê nabin. Ji bo ku birêz Erdogan gotiye ku kurd hene wêrek e. Lê ji bo bêhtir wêrekiya xwe bilind bike divê behsa Kurdistanê jî bike. Em dizanin li Tirkiye hinek zehmetiyên yasayî hene. Lê divê ev jî bêne çareser kirin. Iraq dewletek e û destûra wê heye. Ev devera ku bi Bakurê Iraqê tê gotin di destûrê de wek Herêma federal a Kurdistan derbas dibe.

 

Kemal Kerkukî û Helîn Alp

 

Pirsê çareser bikin bibin hêzek stratejîk

Tirkiye li gel miletê kurd bi aşitiyanê pirsên xwe çareser bike dibê hêzek stratejîk û di herêmê de dostên Tirkiye yên stratejîk çêdibin. Dê hingê dilê Tirkiye jî mezintir bibe. Kurdên derve jî çavderiyê dikin ku dê Tirkiye vê pirsê çewe çareser bike.

BDP aşitiyê dixwaze

Birêz Barzanî nekarî di kongreyê BDP-ê de amade bibe,lê dilî wî li wêderê bû. Bawer dike ku pirsa kurd bi rêya diyalogê çareser dibe. Di kongreya BDP-ê de jî li ser aşitiyê hate sekinandin. Daxwaziya sekinandina xwînê prensîbek mirovatiyê ye. Ji bo çareseriya berpirsiyarî behtir li ser milê hukumetê ye. Lê divê parlementerên BDP –ê û kurd hemû arîkariya hukumeta di vê derbarê de bikin.

Wek PDK me her demî ji bo Iraqê demokrasî û ji bo Kurdistanê otonomî daxwaz kir. Hukumeta Iraqê leşker rêkirin da ku partiyê û hêzên pêşmerge ji holê rakin. Huket xwedî imkanin,medya wan heye, milyarên wan hene. Lê niha Kurdistan federal e. Barzanîli himberkesekî nebaşiyê nake. Kurdên Tirkiye jî mafên xwe yên rewa daxwaz dikin, dixwazin ji şîdetê dûr bi metodên demokratîk pirsa xwe çareser bikin.

Rolê Ocalan hatiye kifşkirin

Serokwezîr daye xuyakirin ku eger pêwîstbe emê li Îmralî li gel Ocalan hevdîtina bikin. Wî bi xwe rolê Ocalan kifş kiriye. Hêza Ocalan li ser PKK-ê, ji bo dev jê berdanan çekan rolê Ocalan çîye?PKK dikare bersivê bide. Ji bo ku Ocalan azad û serbest bibe jî hukumeta Tirkiye dive vê bersivê bide.

Dema lihevhatina me û hukumeta Iraqê gelek kesênme di zîndanan de bûn. Dema pêşveçûn çêbû hukumetê PDK yî yên di zindanan de serbest berdan.

Diyalog destpê bike çek disekinin

Her şer bi aşitiyê dawî dibe,wê ev şer jî dawî werê. Ya girîng ewe ku ev şer bi diyalogê çareser bibe. Diyalog destpê bike wê çek bisekinin. Dema me li gel ereban dest diyaloge kir ev welê çêbû. Berê diyalogê destpêkir pişre dest çekan hate berdan. Li Tirkiye alî bêjin ku emê bi metodên leşkerî û şer pirsê çareser bikin em pişgiriya vê nakin. Tenê kesên ji mejiyê xwe ne rihet şer dixwazin. Em pişgiriya gotinên Demirtaş û ya berpirsê asayişa Diyarbekir jî dikin. Ji ber ku behsa insan bûne dikin.

 

Gelê kurd biryara xwe dide

Li Tirkiye derbarê entegrasyonê de kurd bi xwe dikarin biryara xwe bidin. Ji bo berjewendiya wan çewe başbe li gora wê hilbijartina xwe dikin. Ev nabê biryara kesekî yan jî rêxistinekî. Li her beşekî gel bi rêya referandumê biryara xwe dide. Niha tu pirsa ku entegrasyonekî li gel Tirkiye tuneye.

Li her beşê Kurdistanê  miletê kurd ji bo mafê xwe yê çarenûsî biryarê dide.

 

Hevpeyvîn:Akşam/ Helin ALP / ANKARA

Werger: Rojevakurd

 

 

Back to top button