Kongreya zanistî bi dawî hat

Duhî di çaremîn roja xwe de, piştî pêşkeşkirina hijmareke lêkolînên zansitî, bi amade bûna Sîrwan Baban wezîrê çandiniyê û çavkaniyên avê, Elî Sindî wezîrê pilandananê, Elî Seîd wezîrê xandina bala û lêkolînên zanistî, Îsmet Mihemed Xalid wezîrê perwerdeyê û Felah Mistefa berprisê têkleiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, dawî bi kar û çalakiyên kongreya zanistiya cîhaniya kurdî hat. 

Di roja dawiya a kongreya zanistî de çend lêkolînên zanistî hatin pêşkeş kirin: 

Cafer Selamî, ji Kanadayê, lêkolîneke li ser giringiya hilbajatina ziman pêşkeş kir ku, tê de behsa çewaniya hilbijartina zimanê siyasetê di vê qonaxê de li herêma Kurdistanê kir. 

Krîstiyana Koyvonen lêkolîneke li ser dîroka jênosîda li başûr û bakûrê Kurdistanê sala 1920-2010ê pêkeş kir û tê de behsa siyaseta qirkirnê a rijêmên Îraq û Tirkiyeyê li dijî gelê kurd bikaraniye kir. 

Zeyneb Erselan, ji Austiraliyayê, babetek li ser rewşa zarokên kurd li Tirkiyeyê pêşkeş kir. 

Muslih Îrwanî lêkolîneke bi nave Brîtaniya-Kurdistan-hikûmeta herêma Kurdistanê û cîbicîkirina pirogramê asayîşa civakî pêşkeş kir. 

Hadî Vîç, ji Bulgaristanê, mijareke bi nave rola jin akurd di pêşxistin û îstîqrar civakî de pêşkeş kir. 

Odirî Osler û Çeleng Yehiya, ji Norvêj û Brîtaniyayê, lêkolîneke li ser perwerdeya mafê mirovî li Kurdistanê û şiyanên mamosteyan di yekxistina yeksaniya her du regezên nêr û mê de pêûkeş kir. 

 

Piştî pêşkeşkirina lêkolînan, Felah Mistefa berprisê têkeliyênderve di peyvekê de behsa dîtin û acendya hikûmeta Kurdistanê li dor wan lêkolînên di kongreyê de hatine pêşkeş kirin kir, bi tyabet behsa lêkolînên di ware perwerde, saxlemî, çandinî û berhemanînê de kir. 

 

Mistef sipasiya komîteya madakar kir û got: 

Armanca mej i sazkirina vê kongreyê ew bû ku, em pireke têkeliyan di navbera pispor û şarezayên dervey welat û yên navxwe ava bikin û di heman demê de fêdey ji şiyan û îmkanên wan werbigirin. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: