Cîhan

Dîsa peywendiyên Rusya û tirkiye têk diçe

Biryare roja yekşemê Wezîrên Derve û Berevaniya Rûsya ji bo nirxandina rewşa Lîbya û Sûriye serdana tirkiye bikin û li gel Mevlud Çavuşoglu Wezîrê Derveyê welat bicivin.

Serdana Sergey Lavrov û Sergey Shoygu ya tirkiye di demek daye, qeyrana Lîbya ji ber palpiştiya Moskow û Enqere ji bo du aliyên cûda û dijî hev kûrtir dibê.

tirkiye piştî Sûriye Lîbyayê kiriye cihê gengeşeya xwe ya derekî, palpiştiya serbazî û lojîstî Fayiz Serac Serokê Hikûmeta Hevpeymaniya Niştimaniya Lîbya dike.

Rûsya palpiştiya Hikûmeta Xelîfe Hefter dike ku beşeke zêdeyê Lîbya û her dû bajarên stratejî Sirt û Binxazî li bin kontrola wan daye.

Civîna Wezîrên Rûsya û tirkiye, du roj piştî daxwazeke Amerîka ya ji bo dawî hatina qeyrana Lîbya û vekişana hêzên bi wekalet tê.

Piştî 8ê hezîranê û peywendiya telefoniya di navbera Trump û Erdogan Serok Komarê tirkiye ragihand ku li ser çend babeteke peywendîdar bi rewşa Lîbyayê rêkeftine û bi navê “serdemeke nû” ya peywendiyên xwe yên li gel Washingtonê bi nav dikin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button